Çîn: Kuştina serkirdeyên Îranê nayê qebûlkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê ragihand ku kuştina serkirdeyên Îranê ya ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li cem welatê wan nayê qebûlkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Lin Jian di konfêranseke rojnamegeriyê de li ser kuştina serkirdeyên Îranê ya ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve axivî û got:
"Em li dijî bikaranîna hêzê ya di pêwendiyên navneteweyî de ne."
Kuştina serkirdeyên Îranê û êrişkirina ser armancên sivîlan nayên qebûlkirin."
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir.
Di êrişê de Rêberê Îranê Elî Xamineyî, Wezîrê Parastinê, Fermandarê Supaya Pasdaran û Şêwirmendê Xamineyî Elî Şemxanî hatin kuştin.
Îsraîlê doh û pêr jî kuştina Serokê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî û Wezîrê Îtilaetê Îsmaîl Xetîb ragihand.