Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Rûsyayê Dmitry Medvedev ragihand, eger pirsgirêka Sûriyê berdewam bike, dê dewleta Sûriyê hilweşe û parçe parçe bibe.
Dmitry Medvedev îro Çarşembiyê di pralamentoya Rûsyayê de gotarek pêşkêş kir û li ser krîza Sûriyê û rewşa dawîn li wî welatî axivî.
Demitry Medvedev ragihand, eger pisgirêka Sûriyê berdewam bike, û rewşa li wî welatî neyê çareserkirin, ew yek dikare bibe sedemek ku dewleta Sûriyê hilweşe.
Medvedev got, Rûsya nikare bandorê li ser helwesta wan şirîkan bike yên ku hewl didin siyaseta xwe li gorî hêzên cuda cuda yên ku di nava NATOyê de hene, dadirêjin.
Serokwezîrê Rûsyayê diyar kir, lê belê ew yek eşkere ye ku, eger tundûtîjiyên li Sûriyê berdewam bibin, dê wê demê dewleta Sûriyê parçe parçe bibe û ew yek jî dê bibe sedema serkeftina beşek ji grûbên terorîst li Sûriyê.
Di heman demê de Dmitry Medvedev got: “Ev şer li dijî planên me ye. Lê di vê çarçovêye de, hikûmeta û Wezareta Derve ya Rûsyayê di bin serokatiya Serokê Rûsyayê de kar dikin, ji bo ku em bikaribin çareseriyekî ji bo krîza Sûryê bibînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse