Çîn di warê teknolojiya robotan de sînoran derbas dike.
Li welêt nîvmaratona robotan hat lidarxistin.
Robotê mirovşêwe yê bi navê "Honor", kapasîteya fîzîkî ya mirovan derbas kir û ket dîrokê.
Honor, parkûra 21 kîlometreyî bi tenê di 48 xulekan de temam kir.
Bi vî awayî, wî rekora cîhanê ya mirovan a li ser vê mesafeyê ku bi qasî 57 xulekan e derbas kir.
300 robot beşdar bûn
Nîvmaratona robotan îsal li Çînê ji bo cara duyemîn hat lidarxistin.
Di vê pêşbirkê de ji 100 tîmên cuda bi giştî 300 robotan rikeberiyeke dijwar kir.
Çînê lîder e
Wê tablo careke din serdestiya cîhanî ya Çînê ya di warê hilberîna robotên mirovşêwe de (Humanoid Robots) îsbat kir.
Li gorî amarên dawî, ji sedî 80yê robotên mirovşêwe yên cîhanê tenê ji aliyê Çînê ve tên hilberîn.
Hilbirîna salane ya hikûmeta Pekînê ya 100 milyar dolaran a di vî warî de, wî welatî di pîşesaziya robotîk û hişê çêkirî de xistiye pêgeheke bêrikeber.
Ji sedî 40ê robotan karîbûn bêyî destwerdan an jî çavdêriya mirovekî, parkûrê bi temamî bi sîstemên xwe temam bikin.
Robotê bi navê "Honor" parkur di 48 xulekan de xilas kir lê piştî lêkolîna komîteya pêşbirkê 2 xulek ceza dan Honor.
Wekî sedema vê cezayê jî robot di dema parkurê de hewcedarî guhertina pîlê bûye, di bin çavdêriya mirovekî de bûye û li hinek xalan xêza pêşbirkê binpê kiriye hat nîşandan.
Lê belê tevî vê cezayê du xulekan jî Honor bi ferqeke eşkere rekora mirovan şikand û di rêza yekem de cih girt.
Foto: Mehdî Ferec