Li Amerîkayê êrişa bi çekê: Gelek zarok hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Shreveportê yê eyaleta Louisianayê ya Amerîkayê di bi çekê de 8 zarok hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya polîsan, êriş îro berê sibehê bi dema xwecihî pêk hatiye.
Berdevkê Polîsê Herêmî Chris Bordelon eşkere kir ku li gorî zanyariyên destpêkê temenê qurbaniyan di navbera salek û 14 salan de ye.
Sedem "aloziya nav malê" ye
Li gorî agahiyên destpêkê yên polîsan, ev êrişa bi çekê ji ber "aloziyeke nav malê" derketiye.
Bûyera kuştinê derdora saet 06:00an (li gorî dema herêmê) qewimiye.
Hat diyarkirin ku di êrişê de bi giştî gule li 10 kesan ketine.
Êrişkar bi tenê bû
Polîsan diyar kir ku ew hîn jî li cihê bûyerê hûrgiliyan berhev dikin.
Berdevkê Polîsan Chris Bordelon derbarê cihê bûyerê de wisa got:
"Cihê bûyerê gelekî mezin e, li cihê bûyerê termê gelek zarokan tê dîtin."
Hat ragihandin ku êrişkar bi tenê bûye û piştî bûyerê reviyaye.
Lê polîs ketin dû wî û êrişkar di dema reva xwe de ji aliyê polîsan ve hat kuştin.
Shreveport bajarê sêyem ê mezin e
Bajarê Shreveportê li bakurrojavayê Louisianayê ye û nêzîkî sînorê Teksasê ye.
Ev bajar piştî New Orleans û Baton Rougeyê, ji aliyê nifûsê ve sêyemîn bajarê herî mezin ê wî eyaletî ye.