Li Pekînê robotan mirov li pey xwe hiştin

Pekîn (Rûdw) - Li Pekîna paytexta Çînê, êdî mirov ne mexlûqê herî bilez e.

Robotî Çînî ya bi navê "Unitree" hemû hevkêşe guherandin.

Wî robotî mesafeya 21 kîlometreyan tenê di 48 xulekan de birî.

Rekora cîhanî ya mirovan ji bo heman mesafeyê 56 xulek e. Yanî robot 8 xulekan ji mirovê herî bilez ê cîhanê zûtir bi rê ket.

Sira leza robotan

Endezyarê Robotîkê Zhang Chong, li ser vê serkeftinê got, “Serkeftina me di wan motorên bêhempa de ye ku me bi xwe bi pêş xistine.”

Zhang Chong wiha li pey çû, “Bi saya teknolojiya sarkirinê û dînamîkeke zanistî ya kûr, robotê me wekî reşebayê dilive.”

Bûyer ne tenê pêşandanek bû, belkî wekî artêşeke teknolojîk bû.

Di nîvmaratonê de 300 robotên însanî yên ji 100 tîmên cuda, mil bi milê mirovan baz dan.

Li wir nasnameya "Made in China" serdest bû, ji ber ku tenê 5 tîmên biyanî wêrek bûn û bikevin pêşbirkê.

Çîn dibe pêşengê hişê çêkirî

Berpirsê Teknolojiyê yê Şaredariya Pekînê Liang Hongjun, amaje bi serkeftina welatê xwe ya di teknolojiyê de kir û got, “Leza bipêşketina pîşesaziya me bêhempa ye.”

Liang Hongjun got, “Ev encama yekîtiya zanîngeh û navendên lêkolînê ye ku ji bo paşeroja Çînê bingeheke polayî danîne.”

Li gorî amaran, ji sedî 80yê robotên însanî yên li cîhanê yên Çînê ne.

Tenê îsal Pekînê 100 milyar dolar ji bo weberhênana di pîşesaziya hişê çêkirî de terxan kiriye.

Bazdêrê maratonê Yan Jun piştî pêşbirkê got, “Ez beşdarî zêdetirî 100 maratonan bûme lê îro ji min re eşkere bû ku mirov nikare bi ser robotan bikeve.”

Yan Jun wiha domand, “Tenê di du salan de gihîştin vî astî, ev bi rastî jî cihê heyranê ye!”

Di vê maratonê de, ji sedî 40ê robotan bi temamî serbixwe bûn û bêyî kontrola mirovan gavên xwe diavêtin.

Bejna hinekan ji wan digihîşt 190 santîmetreyan.

Her çend hinek ji wan têk çûn û ketin jî, peyam zelal bû.

Peyameke teknolojîk ji cîhanê re, maratona robotan a Çînê ji pêşbirkekê zêdetir e; ev peyamek e.

Çîn van cure çalakiyan ji bo nîşandana hêza xwe ya di warê hişê çêkirî û robotîkê de bi kar tîne.

Her wiha ji bo danasîna dahênanên xwe ji bazarên cîhanê re jî derfetek e.

Di heman demê de, ev îşareteke nerasterast e ji bo hemû cîhanê ku Çîn pêşengiya pîşesaziya teknolojiya paşerojê dike.