Ziyareta Nêçîrvan Barzanî ya Romayê bû rojeva medyaya Îtalyayê
Hewlêr (Rûdaw) - Ziyareta fermî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Romayê û hevdîtina wî ya bi Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella re, bû rojeva medya û ajansên fermî yên wî welatî.
Medyaya Îtalyayê bi girîngî bal kişand ser pêgeha Herêma Kurdistanê ya li herêmê.
Malpera fermî ya Serokkomariya Îtalyayê îro, vîdeoya pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê belav kir.
Di vîdeoyê de amaje bi pêgeha Herêma Kurdistanê ya li Îraqê hatiye kirin.
Rojname û ajansên navdar ên Îtalyayê bi girîngiyeke zêde naveroka hevdîtinê veguhast.
Rojnameya Il Sole 24 Ore û ajansa Agenzia Vistayê vîdeoya pêşwaziya li Qesra Quirinaleyê belav kir.
Her wiha malpera rojnameya Il Giornale d'Italiayê ya ku rojnameyeke navdar a Îtalyayê ye jî vîdeoya pêşwaziyê nîşan da.
"Landika bihevrejiyanê"
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella di hevdîtinê de pesnê rola Herêma Kurdistanê da.
Mattarella ragihand ku Îtalya bi pêzanîn li Herêma Kurdistanê dinêre û Herêma Kurdistanê wekî "parêzer û landika bihevrejiyan û pêkhateyên cuda" yên li Rojhilata Navîn dibîne.
Gotûbêjên li ser ewlehî û siyasetê
Ajansa Agenzia Nova ya Îtalyayê ku yek ji ajansên pêbawer ên wî welatî ye destnîşan kir ku rewşa ewlehî û siyasî ya herêmê mijara sereke ya hevdîtinê bûye.
Ajansê da zanîn ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên bi Îtalya û Vatîkanê re jî hatine gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Romayê ji ber piştgiriya Îtalyayê spasiya wî welatî kir.
Nêçîrvan Barzanî bi taybetî ji ber alîkariyên leşkerî yên Îtalyayê yên di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de û perwerdeya ji boi Hêzên Pêşmergeyan spasiyên xwe anîn zimên.
Ziayreta Nêçîrvan Barzanî di demekê de ye ku Îtalya yek ji wan welatan e ku pêwendiyeke wê ya dîrokî û xurt bi Herêma Kurdistanê re heye.
Îtalya di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de, xwedî roleke çalak bû di rahênan û perwerdekirina Hêzên Pêşmergeyan de.