Rûsya: Emê li her firokeyekê bixin ku li rojavayê Firatê bifire

Navenda Nûçeyan - Rûsya radighîne ew dê çavdêriya tevgerên firokeyên hevpeymanan li rojavayê Çemê Firatê bikin û gef li Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê xwar, ku ew dê her firokeyekê bikin armanc ku li esmanê herêmên di bin kontrola hêzên Rûsyayê de bifire.

 

Wezareta Berevaniya Rûsyayê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku hêzên berevaniya asmanî yên Rûsyayê dê weke armancekê reftarê li gel her firokeyekê bikin, ku rojavayê Çemê Firatê derbas bike.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, Rûsya ji niha û şûn de dest bi çavdêriya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li rojavayê Çemê Firatê dike.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê herwiha amaje bi xistina firokeyeke şer a Artêşa Sûriyê ji aliyê hevpeymanan ve dike û tekez dike, ku duh êvariya yekşembiyê firokeyeke ji cure F18, firokeyeke sûrî ya ji cure SU-22 têk biriye û xistiye xwarê.

 

 Di daxuyaniyê de, Wezareta Berevaniya Rûsyayê dibêje, ku Amerîka dikare berî têkbirina her firokeyeke Sûriyê me agahdar bike.

 

Rûsya herwiha daye xuyakirin, ku wan rêkevtina li gel Amerîkayê ya derbarê Sûriyê de jî rawestandiye.

 

Ev daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê piştî wê yekê tê, ku êvariya duh yekşembî 18ê Hezîranê, hevpeymanan li nêzîkî bajarokê Tebqa ku dikeve bakurê rojavayê bajarê Reqayê, firokeyeke şer a Artêşa Sûriyê ya ji cure SU-22 xistin xwarê.

 

Hevpeymaniya Navdewletî ragihandiye, ku wê firokeya sûrî dixwast, cihên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bombebaran bike, ku niha li dijî rêxistina DAIŞê şer dikin û operasyona kontrolkirina Reqayê birêve dibin.