Trump jineke Kurd wek balyoza Amerîkayê diyar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar daye ku Cîgira Serokê Şanda Dîplomatîk a Amerîkayê li Lisbona paytexta Portugalê Hêro Mistefa bike balyoza welatê xwe li Bulgarîstanê.
Di daxuyaniyekê de Koşka Spî amaje bi şiyan û ezmûna Hêro Mistefa di karê konsulgerî û birêvebirina karûbarên balyozxaneyan de dide. Hêro Mistefa cihê Balyozê Amerîkayê li Bulgarîstanê Eric Rubin digire ku sê sal e wî postî birêve dibe.
Hêro Mistefa di navbera salên 205 heta 2006ê Rêvebera Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkay bûye taybet bi karûbarên Îsraîl, Filistîn û Urdinê, berê jî li heman encûmenê berpirsa karûbarên Iraq û Efxanîstanê bûye.
Hêro Mistefa salên berê seroka Şanda Hevahengî ya Amerîkayê bûye li Mûsilê û rawêjkara konsolxaneya Amerîkayê bûye li bajarê Beyruta paytexta Lubnanê û herwiha rawêjkara karûbarê siyasî ya konsolxaneya Amerîkayê li Atînaya paytexta Yunanîstanê bûye.
Di navbera salên 2009 heta 2011an de, Hêro Mistefa rawêjkara cîgirê serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden bû bo karûbarê Rojhilata Navîn, ev ji xeynî karkirina wê wek rawêjkarê siyasî li konsulxaneya Amerîkayê li New Delhiya paytexta Hindistanê.
Hêro Mistefa, berê rawêjkara siyasî ya şanda hikûmeta Amerîkayê bû di dema gotûbêjên daybet bi dosya etomî ya Îranê de û yek ji wan kesan e ku ji nêzîk ve haya wê ji hurgiliyên wê rêkeftinê heye.
Hêro Mistefa
Balyoza Amerîkayê li Bulgarîstanê
Sala 1973an li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye
Li bajarê Minot ê Wilayeta North Dakota ya Amerîkayê mezin bûye
Bi zimanên Kurdî, Erebî, Farsî, Yunanî, Hindî û Portekîzî baş dizane
Bawernameya bekaloryos li Zanîngeha George Washington û master li Zanîngeha Princeton bidest xistiye
Jiyana hevjîniyê pêkaniye û du keçên wê hene