Donald Trump: Ez dê di nava 2 hefteyan de biryarê bidim

Hewlêr (Rûaw) - Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê di nava 2 hefteyan de biryarê bide bê ka dê Amerîka tevlî şer bibe yan na.

Karoline Leavitt li ser şerê Îran û Îsraîlê bersiv da pirsên rojnamegeran û got, “Hîn jî derfeta dan û standinê heye ku dibe di demek nêz de li gel Îranê bi ser bikeve yan jî bi ser nekeve.

Ez dê di nava du hefteyên bê de biryara xwe bidim.

Di nava we hemûyan de di medyayê de gelek gotûbêj li ser şêwaza biryardana serok hene ka gelo Dewletên Yekbûyî dê rasterast tevlî bibe yan nan.

Li ber ronahiya van nûçeyan, peyameke min a rasterast ji serok heye û ez gotinên wî wekî xwe vediguhêzim ku wiha bû:

Bi berçavgirtina wê yekê ku egera berçav a dan û standinê heye ku dibe di paşerojeke nêz de li gel Îranê bê kirin an neyê kirin, ez dê di nava du hefteyên bê de biryara xwe bidim ka em ê tevlî bibin an na.

Divê ti kes ji helwesta Serok Trump a derbarê Îranê de şok nebe, wî bi zelalî gotiye ku divê Îran nebe xwedî çeka atomî."

Li gorî zanyariyaan pêwêndiyên  Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff bi berpirsên Îranî re berdewam dike.

Rûdawê belav kiribû ku li ser şerê Îran û Îsraîlê Witkoff bi Wezîrê Karên Dervê yê Îranê Ebas Eraqçî re yekser dan û standinê dike.

Berdevka Koşka Spî her wiha ragihand ku ew dê li dijî tevahiya sîstema mşşekî û atomî ya Îranê pêngavan biavêjin.

Karoline Leavittê di berdewamiyê jî de got,"Trump çareseriyeke dîplomatîk dixwaze lê belê di dema pêwîst de ji bikaranîna hêzê dudil nabe."