Di medyaya sosyal de Hîtler “cardin zîndî dibe”

19-07-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hefteya borî di medyaya sosyal de etîketa bi navê “Hîtler” gellekî derket pêş. Piştî serkeftina tîma Almanyayê ya di Kûpaya Cîhanê ya 2014an a Brêzîliyayê de, di serî de weke henekekî dest pêkir lê piştî şerê Îsraîl û Filistînê mijar gihîşt asteke cidî û belav bû.

 

Li gorî nûçeya BBC, di lêkolînan de derket holê ku tenê di twîtterê de di van 12 mehên dawî de, navê Hîtler zêdetirî 10 milyon caran hatiye bikaranîn.

 

Lê belê ji ber serkeftina tîma Almanyayê ya di Kûpaya Cîhanê û pevçûnçên di navbera Îsraîl û Filistînê de, parvekirina vî navî ji her caran zêdetir bû.

 

Li ser Twîtter û Facebookê hejmara parvekirina hashtagên “#HitlerWasRight” (Hîtler mafdar bû), “#HitlerDidNothingWrong” (Hîtler tiştekî xelet nekiriye) û “#IfHitlerWasAlive” (Eger Hîtler bijiya) ji 15 hezarî borî.

Her çiqas ev hewldan bibin sedama zêdebûna dijîtiya semîtîzmê jî lê gellek kesan li ser van etîketan ev fikir şermezar kirin.

 

Herwiha hefteya borî, stranbêja tirk Yildiz Tîlbe, li ser şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de li ser twîtterê got: “Xwedê ji Hîtler razî be, hindik li van kiriye jî. Ew çiqas mafdar bû.” Ji ber vê gotina xwe Tîlbe, ji aliyê gellek kesî ve rastî rexneyan hat.

 

Xaxamê bi navê Kenneth Cohen, ev etîketên li ser twîtterê şermezar kir û wiha axivî: “Ev parvekirinên hanê, mirovan li dijî hev radike û herwiha ziyanê dide van kesên parveker bixwe jî.”

 

Rojnameya Akîtê, ku li Tirkiyê weşanê dike, îro di xaçepirsa amadekirî de cih da wêneyê Adolf Hîtler û di bin wêneyî de jî şîfreyek çêkir ku dibêje: “Em li te digerin.”

 

Adolf Hîtler ku serokê Partiya Nazî ya Almanya bû, di serdema wî de 5 milyon û nîv insan hatin qetilkirin ku pirraniya wan cihû bûn. Hîtler, weke navdartirîn dîktatorê cîhanê tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst