BRÎTANYA - Heta niha ti peyman ji bo vegerandina koçberên Îraqî nîne

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Brîtanyayê  ji bo vegerandina koçberan dan û standin hene lê ti rêkeftin nîne.

Vê hefteyê çend peyam ji bo xeta germ a Diyasporayê hatin û pirs dikirin, gelo rast e Brîtanya û Îraqê li ser dersînorkirina koçberan li hev kiriye û Îraq dê bi komî wan kesan werbigire ku Brîtanya wan dersînor dike?

Çavkaniya nûçeyên wan rojnameyeke Brîtanî û medyaya Başûrê Kurdistanê bû.

Ew rojnameya Brîtanî li Brîtanyayê bi wê yekê navdar e ku her tim ne cihê baweriyê ye. Loma, me lêkolîn li ser kir.

Di wan nûçeyan de wisa hatibû belavkirin ku dawiya vê havînê dê dest bi bicihkirina rêkeftina dersînorkirinê bê kirin.

Bi kurtî, nûçeya rast ev e ku danûstandin hene lê ti rêkeftineke dawî nehatiye kirin. Ew danûstandin ji dawiya par ve, ango ji sala 2024an ve, berdewam in.

Van rojan ku gelek koçber ji Başûrê Kurdistanê û welatên din bi beleman ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûne, hejmar ew qas zêde ye ku tenê di rojeke hefteya borî de rekora derbasbûna koçberan a di rojekê de hat şikandin.

Lewra, careke din fişara medya û raya giştî ya Brîtanyayê li ser hikûmeta niha ya wî welatî zêde bûye.

Di nav fişarên medyayê de û di nûçeyekê de, gotineke berê ya Wezîrê Karên Navxweyî yê Brîtanyayê hatiye bikaranîn ku gotibû ew nêzîkî rêkeftinê ne bi Îraqê re.

Ango, ji bo niha ti biryareke dersînorkirina komî ji bo Îraq û Başûrê Kurdistanê ji Brîtanyayê li holê nîne.