Azad û dêya xwe li Almanyayê 'Kurdistaneke biçûk' ava kiriye
Dusseldorf (Rûdaw) - Malbateke Şirnexî li Almanyayê "Kurdistaneke biçûk" ava kiriye û wê Kurdistanê roj bi roj bi vîdeoyên xwe didin nasîn.
Ji ber ku welat her tim ne tenê cihek e, dikare bibe kenê dayikekê, penîrê Kurdewarî yan jî bedewiya cil û kincên me.
Dayikeke dilnerm û kurekî jêhatî. Azadê 27 salî li Almanyayê ji dayik bûye û jiyana Şirnexa Bakurê Kurdistanê, hîn jî di bîra diya wî de ye.
Bi hezkirina xwe ya ji bo çanda Kurdan, dilê çardeh hezar şopînerên xwe xweş dikin.
Dêya Azad bi penîrê sîrikê navdar e ku bi mehan di bin axê de dimîne.
Gelek şopîner ji vîdeoyên çêkirina wî penîrî hez dikin û meraq dikin ka çawa tê amadekirin.
Bi mêvanperwerî, malbata Azad derfetê dide me ku em tama Kurdistanê biceribînin.
“Penîrê sîrikê bi rastî yê Şirnexiyan e”
Dêya Azad got, “Penîrê sîrikê bi rastî yê me ye, ango yê me Şirnexiyan e.
Em Şirnexî wî çêdikin û dixin bin erdê, ji ber ku cihê me pir germ e. Eger em nexin bin erdê, xera dibe."
Dêya Azad da zanîn ku ew her tim wisa dilxweş bûne.
Di sala 1995an de çûne Almanyayê, dema ku Azad hîn ji dayik nebûbû.
Destpêka jiyana xerîbiyê, wekî ya gelek koçberan, bi zehmetî derbas dikin.
Dêya Azad her wiha got, “Me gelek zehmetî dît. Bi rastî, gelek zehmetî hebûn. Çar zarok bûn, em di rewşeke biçûk de bûn, pir pir giran bû. Ango, me zehmetiyeke mezin kişand."
Îro ew her du bûne tîmek ku kes nekare wan ji hev veqetîne.
Ji sala 2024an ve, vîdeoyên kurt li ser rûpela "Yad û Azad" belav dikin.
Piraniya babetên wan li ser çanda Kurdî ne.
Mînak, Azad dihêle diya wî cil û kincên Şirnexê nîşan bide.
Karê wan ê li ser medyaya civakî ne tenê bandorê li şopîneran dike lê di heman demê de bandoreke erênî li ser têkiliya navbera kur û dayikê jî çêdike.
Azad niha wextekî zêdetir bi dêya xwe re derbas dike.
Dêya Azad got, “Têkiliya min û Azad zêde bi hev re nebû (em ne nêzîk bûn), niha zêdetir bûye. Ji ber vê yekê jî ez pir dilxweş im ku ez bi Azad re vîdeoyan çêdikim."
Çalakvan û Lîstikvanê MMAyê Azad Azadî jî got, “Berê ne wisa bû. Ez ciwan bûm, bi rahênan, kar û çûn û hatinê mijûl bûm.
Hingê mirov malbata xwe ji bîr dike. Lê niha sedemeke min heye ku em demê bi hev re derbas bikin, wekî dema çayvexwarina me."
Mezin û biçûk li vîdeoyên wan temaşe dikin
Pir caran Azad û dêya xwe di baxçeyê mala xwe de vîdeoyan tomar dikin. Dêya Azad dew, penîr û nanê Kurdewarî çêdike.
Mezin û biçûk li vîdeoyên wan temaşe dikin û dilxweş dibin. Gelek kes li derve jî wan nas dikin.
Dêya Azad da zanîn ku mezin û biçûk li vîdeoyên wan temaşe dikin û got:
“Ew zarok tên ba min û pir dilxweş dibin. Gava ez diçim şînekê, dawetekê yan jî helkeftekê, ew li dora min kom dibin, ew qas min kêfxweş dikin ku wekî ez bifirim.
Pir pir dilê min xweş dibe dema ew zarok tên ba min.”
Ew carinan bi zimanê Almanî jî vîdyoyan çêdikin da ku çanda Kurdewarî ne tenê di nav Kurdan de belav bibe, lê di heman demê de bigihîje Almanan û yên ku Kurdî nizanin jî.
Azad da zanîn ku wî dixwest bi Kurdî biaxive lê hinekî jê re giran e, ji ber ku peyvzaniya wî têrê nake û got:
“Ez li Almanyayê ji dayik bûme, Kurd li cem me kêm in û hemû hevalên min jî Alman in.
Ji ber vê yekê, xeleka hevaltiya min tenê Almanî bû û em her tim bi zimanê Almanî diaxivîn.
Lê niha ku ez bi tomarkirina vîdyoyên dêya xwe mijûl im, ji ber ku beşek ji wan bi zimanê Kurdî ne yan jî zelaltir bibêjim, em her tim di navbera zimanê Almanî û Kurdî de ne."
Zehmetiyên zimanê Kurdî nabin asteng li pêşiya wî ku ji nasnameya xwe dûr bikeve.
Ew ne tenê bi rêya medyaya civakî Kurdayetiya xwe nîşan dide, ji zaroktiyê ve, bi Kurdbûna xwe serbilind e û dixwaze vê yekê li her derê nîşan bide.
“Ez Kurd im û bi Kurdbûna xwe serbilind im”
Azad Azadî diyar kir ku ew Kurd in û dixwazin nûnertiya Kurdan bikin û wiha domand:
“Beşek jê bi rêya werzişa min e û her wiha bi rêya vîdeoyên dêya min, em hewl didin car caran ziman biguherînin û bi Kurdî jî vîdeoyan çêkin.
Em reviyane ji ber ku em Kurd in û rê nedidan me ku em nasnameya xwe nîşan bidin.
Loma em niha li vir in, ez dixwazim vê yekê nîşan bidim. Ez ne ew kes im ku bibêjim neteweyên din qebûl nakim, ev gotineke pûç e.
Ev jî vedigere ser dêya min, ew dayika ku ez bi vî awayî perwerde kirime. Lê ez Kurd im û bi Kurdbûna xwe serbilind im. Dema ku ez lîstika cengê dikim, ala Kurdistanê bilind radigirim."
Azad berî sê salan dest bi werzişa cengê kir. Ew şervanekî profesyonel ê MMAyê ye.
Berê demeke dirêj wî kick-boksîng dikir. Dêya wî zêde ji vî karî hez nake û ev yek berê di navbera wan de bûbû sedema nakokiyê. Ew naxwaze di lîstikên wî de amade be.
Dêya Azad dibêje, “Ez naçim lîstikên wî. Qet naxwazim biçim. Ez nikarim lê temaşe bikim.
Ez wekî dayikek nikarim temaşe bikim. Xwezî wî karekî din bikira, ne karê lêdanê. Ez jê hez nakim.
Em ji ber lêdanê reviyane û hatine vir, loma qet jê hez nakim."
Lîstika wî ya dawî, yekemîn derketina wî ya profesyonel bû. Gelek kesan digot ku ew dê bi ser nekeve lê diya Azad hatibû hola lîstikê û piştgirî dida kurê xwe.
Azad Azadî wiha behsa lîstikê kir, “Bi rastî, divê ez bibêjim ku ez qet ne haydar bûm ku diya min li wir amade ye.
Tenê paşê, piştî şer, min zanî. Dema min ew dît, her çend peyamnêrekî pirs ji min dikir lê diviyabû min yekser dawî lê bianiya, ji ber ku min dît dêya min digiriya.
Ev tiştekî asayî ye, axir ew dayik e. Ti dayik hez nake zarokê xwe bi şerkirinê bibîne, ev tiştekî zelal û eşkere ye.
Lê ez wek şervanekî ji dayik bûme û her ji ber vê sedemê jî dixwazim şer bikim."
Çar hezar kîlometre dûrî welat, Azad û dêya wî di baxçeyê xwe de ne tenê daran lê rehên Kurdayetiya xwe jî av didin.
Bîranînên welêt di dilê wan de zindî dimînin.