Li Endonezyayê erdhejeke bi pileya 6.3 qewimî

Navenda Nûçeyan – Erdhejek bi pileya 6.3 li girava Lombok a li rojhilatê Endonezyayê qewimî.

 

Di nav çend mehan de, bû çend car erdhejên bihêz li wê girava geştiyarî ya Endonezyayê diqewimin.

 

Li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), mezinahiya erdheja îro ya li girava Lombok a Endonezyayê, 6.3 pileyên Rîxterê bûye.

 

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê herwiha daye xuyakirin, ku navenda erdhejê jî di kûrahiya 7.9 kîlometriya jêr erdê de bûye.

 

Çend hefte berê jî li heman giravê bi pileya 6.4, 6.2 û 7 erdhej çêbûbûn.