Qonaxa duyem a danûstandinên stratejîk ên Amerîka û Iraqê dest pê dike

19-08-2020
RÛDAW
Serokwezîrê Iraqê tevî şandeke mezin serdana Amerîkayê kiriye.
Serokwezîrê Iraqê tevî şandeke mezin serdana Amerîkayê kiriye.
Nîşan Amerîka Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro qonaxa duyem a danûstandinên stratejîk ên di navbera Waşinton û Bexdayê de, bi serokatiya wezîrê derve yê Iraqê Dr. Fuad Hisên û wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, li avahiya Wezareta Derve ya Amerîkayê li Waşintonê birêve diçin.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê jî tekez kir ku, di gera duyem de, encam nayên yekalîkirin û gerên din ên danûstandinan wê hebin

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mula Telal got:"Qonaxa duyem a gotûbêjan ku wê li Amerîka birêve biçe, ne qonaxa dawî ye. herwiha nabe wisa hizir bikin ku qonaxa duyem wê dawî be û encamên yekalîker bidest bîne. Ew civîn wê berdewam bin bi awayekî ku di berjewendiya herdu welatan de bin, li ser bingea nerîna niştimanî ya Iraqê, berjewendiya gelê Iraqê û hevbeş di navbera me û dewleteke mezin û giring weke Amerîkayê de." 

Piştî wezîrê derve yê Iraqê, serowkezîrê Iraqê Mistefa Kazmî bi serokatiya şandeke bilind gihişte Amerîkayê û roja Pênçşemê, wê ligel serokê Amerîkayê, Donald Trump bicive û mijara bihêzkirina pêwendiyn di nav bera Bexda û Waşintonê de û pêşhateyên dawî yên navçeyên û hin mijarên din, gotûbêj bikin.

Cîgirê berê yê Serokwezîrê Iraqê dibêje, nabe hest û soz me jihev cuda bikin û divê bizanin berjewendiyên Iraqê li kûderê ne.

Beha Erecî ragihand:"Pêwîste ev danûstandin danûstandinên hikûmî bin, nûnerên birayên Kurd di hikûmetê de hene, bi taybetî di kakilka hikûmetê de, ku birêz wezîrê derve Fuad Hisên, kesatiyekî Iraqî ye, di mijara gotûbêjan de, şaraza ye û ezmûneke wî ya mezin heye û nûneratiya Iraqê dike, nabe hest û soz me ji hev cuda bikin û divê em bizanibin berjewendiya Iraqê li kûderê ye, bi min ew gihiştiye Amerîka û dest bi gotûbêjê kiriye. Rêzdar Kazimî ligel Donald Trump mijara vekişîna hêzên Amerîkî gotûbêj dike, belê wê behsa wê naverokê bike, ku komîteya wan gihiştiyê."

Pênc nûnerên Herêma Kurdistanê di nav şanda Iraqê de hene, wê beşdariyê di danûstandinan de bikin, û hejmarek ji dîdar û civînên ligel berpirsên Amerîkayê encamdan e.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê, Beyan Samî Ebdulrehman ji Rûdawê re got, di danûstandinên stratejîk ên Amerîka û Iraqê de, ew dê hewla zêdetir pêşvebirina peywendiyên Kurdistanê û Amerîkayê bidin û tekez kir, ku serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, wê di civîna Serokê Amerîka û Serokwezîrê Îraqê de beşdar bibe.

Beyan Samî EbdulRehman herwiha destnîşan kir, ku şanda Herêma Kurdistanê li Amerîkayê ji bilî beşdarîkirina di gotûbêjên stiratîjîk ên navbera Waşington û Bexdayê de, dê hejmareke civînan li gel berpirsên Amerîka encam bide.

Roja 11ê Hezîrana îsal yekemîn gera danûstandinên stratejîk ên di navbera Amerîka û Iraqê de, bi beşdariya nûnerê Herêma Kurdistanê, bi rêya vîdyokonferansê, birêve çû.

Koşka Spî ragihand, Amerîka û Iraq weke 2 welatên hevbeş, çavê wan li wê yekê ye, ku pêwendiyên navbera xwe, di warên ewlehî, enerjî, tendirustî û çend mijarên din de, pêş bixin, û bi hev re kar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst