Trump dixwaze dengdana bi rêya postayê rake

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew pêşengiya tevgereke ji bo rakirina dengdana bi rêya postayê dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya Truth Socialê wiha nivîsand:

“Ez pêşengiya tevgereke ji bo rakirina dengdana bi rêya postayê û her wiha amûrên dengdanê yên nerast, gelekî biha dikim ku lêçûna wan deh qatî ji ya kaxezê zêdetir e.”

Milyarderê Komarî diyar kir ku ew dê fermanekê îmze bike ku “di hilbijartinên nîvdewrî” yên Çiriya Paşîn a 2026an de “alîkariyê bide pêkanîna destpakiya hilbijartinan” û li ser naveroka wê fermanê ti hûrgilî nedan.

Donald Trump ti carî şikestina xwe ya di hilbijartinên serokatiyê yên 2020an de ya li hemberî Joe Biden qebûl nekir.

Trump bêyî ti delîlên piştrastkirî amaje pê kir ku ew bûye qurbaniyê sextekariyeke berfireh a hilbijartinê, bi taybetî jî bi rêya dengdana bi postayê ku li Amerîkayê rêbazeke berbelav e.

Roja duşemê Trump pêşbînî kir ku Demokrat dê li dijî daxwaza wî ya rakirina dengdana bi postayê derkevin û li gorî gotina wî, “Ew bi awayekî nedîtî sextekariyê dikin.”

Trump dawiya meha Adarê fermanek îmze kiribû ku armanca wê sepandina çavdêriyeke tundtir a li ser tomarên dengderan û danîna qedexeyên tund li ser dengdana bi rêya postayê bû.

Li Amerîkayê berpirsyariya birêxistinkirina hilbijartinên federal dikeve ser milê hikûmetên eyaletan û Kongre jî çarçoveyeke diyarkirî ji bo wan datîne.

Lê Donald Trump dixwaze ku li vê rêbazê vegere û dibîne ku desthilata hikûmeta federal li ser desthilata eyaletan e.

Trump roja duşemê ragihand:

“Ji bo bibîranînê, eyalet di cudakirin û hejmartina dengan de tenê nûnerên hikûmeta federal in.

Divê ew tiştê ku hikûmeta federal bi nûnertiya Serokê Amerîkayê ji bo berjewendiya welatê me fermanê li wan dike, bikin.”

Pisporan biryara ku meha Adarê hatibû îmzekirin wekî bikaranîna xirab a desthilatên serokatiyê bi nav kiribû.

Rick Hasenê ku li Zanîngeha Kalîforniyayê ya Los Angelesê mamosteyê yasaya hilbijartinê ye, ew fermana wekî “derbeyeke” bi nav kir.

Her wiha gelek rêxistinan jî diyar kir ku ew dê li dadgehê li dijî biryarê derkevin.