Rûsyayê termên 1000 leşkerên Ukraynî radest kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê îro termên hezar leşkerên Ukraynayê radestî aliyê Ukraynayê kirin.

Di berdêla wê de, Ukraynayê jî termên 19 leşkerên Rûsî li Rûsyayê vegerandin.

Çavkaniyekê ji Ajansa Nûçeyan a Dewleta Rûsyayê TASSê re ragihand, “Hezar term radestî Ukraynayê hatin kirin. 19 term jî dan Rûsyayê.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di daxuyaniya xwe ya du meh berê de gotibû, Rûsyayê heta niha termên 6 hezar leşkeran radestî Ukraynayê kirine û nêzîkî 3 hezar termên din jî amade ne ku bên radestkirin.

Vegerandina termên leşkerên ku canê xwe ji dest dane, yek ji wan mijarên kêm e ku her du aliyên şer li ser hevkariyê dikin.