Bajarên herî xweş û ne xweş kîjan in?
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya lêkolîn û şêwirmendiyê ya Brîtanî Economist Intelligence Unit (EIU) rapora xwe ya bi navê "Qalîteya Jiyanê ya Cîhanî ya 2025an" weşand û tê de 173 bajarên cîhanê nirxandin.
Li gorî encamên raporê, Kopenhaga paytexta Danîmarkayê wekî bajarê herî xweş ê ji bo jiyanê di rêza yekem de cih girt û Şama paytexta Sûriyeyê jî di rêza dawî de ma.
Lêkolîna EIUyê li ser pîvanên bingehîn ên wekî ewlehî, aramî, tenduristî, jîngeh, perwerde û binesaziyê hatiye kirin.
Di encama vê nirxandina berfireh de, Şamê ji 100 pûanan tenê 30.7 puan stand û di rêza dawî de cih girt.
Di rêza bajarên herî nexweş de piştî Şamê, paytexta Lîbyayê Trablus (40.1 puan) û paytexta Bangladeşê Dakka (41.7 puan) tên.
10 Bajarên ku qalîteya jiyanê tê de herî kêm e:
1 - Şam, Sûriye (30,7 puan)
2 - Trablus, Lîbya (40,1 puan)
3 - Dakka, Bangladeş (41,7 puan)
4 - Karaçî, Pakistan (42,7 puan)
5 - Cezayîr, Cezayîr (42,8 puan)
6 - Lagos, Nîjerya (43,5 puan)
7 - Harare, Zîmbabwe (43,8 puan)
8 - Port Moresby, Papua Gîneya Nû (44,1 puan)
9 - Kîev, Ukrayna (44,5 puan)
10 - Karakas, Venezuela (44,9 puan)
10 Bajarên ku qalîteya jiyanê tê de herî bilind e:
Kopenhag bi 98,0 puanan di rêza yekem de ye û paytexta Awistiryayê Viyana û Zurîha Swîsreyê bi 97,1 puanan di rêza duyem de ne.
Piraniya bajarên di rêzê de ji Ewropa û Awistralyayê ne lê ji Asyayê tenê Osakaya Japonyayê kete nav 10 bajarên pêşîn.
1 - Kopenhag, Danîmarka (98.0 puan)
2 - Viyana, Awistirya (97.1 puan)
3 - Zurîh, Swîsre (97.1 puan)
4 - Melbourne, Awistralya (97.0 puan)
5 - Cenevre, Swîsre (96.8 puan)
6 - Sidney, Awistralya (96.6 puan)
7 - Osaka, Japonya (96.0 puan)
8 - Auckland, Zelendaya Nû (96.0 puan)
9 - Adelaide, Awistralya (95.9 puan)
10 - Vancouver, Kanada (95.8 puan)
Di raporê de hat destnîşankirin ku di nav welatên Ereban de bajarên ku performansa wan herî baş e, li Îmaratê ne.
Ebû Dabî di rêza 72yan de wekî bajarê herî xweş ê herêmê cih girt û Dubai jî di rêza 75an de bû.
Bajarên Tirkiyeyê di nav 173 bajarên ku di raporê de cih girtine de nebûn.