Partiya Desthilatdar a Swêdê piştgirî da referanduma serxwebûna Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Sekretera Navdewletî ya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Andrine Winther ku li wî welatî partiya desthilat e, piştgiriya partiya xwe ya ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihand.

 

Sekretera Navdewletî ya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Andrine Winther ji Rûdawê re diyar kir: “Li ser diyarkirina mafê çarenûsê, em piştgirî didin hemû neteweyan.”

 

Andrine Winther destnîşan kir, ku ew naxwazin ji niha ve encama referanduma 25ê Îlonê nas bikin û aşkere kir, sedema wê jî ew e ku ji ber egera derketina aloziyên zêdetir li herêmê.

 

Îro sêşemê 19ê Îlona 2017an li Parlementoya Swêdê semînarek birêve çû û têde Nûnera Partiya Sosyal Demokrat helwesta partiya xwe ragihand û got, ku piştgirî didin giştpirsiya Başûrê Kurdistanê.

 

Partiya Sosyal Demokrat li Swêdê partiya kevntirîn a çep e û di sala 1889an de hatiye damezrandin. Ji sala 1932an heta 1976an ve li hikûmetê piraniya dengan anîn. Niha jî ji 349 kursiyên parlementoyê, xwediyê 113 kursiyan e û postê wê yê serokwezîriyê heye. Ji 20 kursiyên Parlementoya Ewropayê jî, xwediyê 5 kursiyan e.