Li Almanyayê piştî 14 salan cara yekem hejmara penaberan kêm bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê hejmara penaberan a bi statuyên cuda, piştî sala 2011an cara yekem kêm bû.
Di vê kêmbûnê de dersînorkirin û wergirtina welatîbûnê bi bandor bûn.
Li Almanyayê hejmara penaberan piştî sala 2011an cara ewil hinekî kêm bû.
Hikûmeta Federal a Almanyayê pêşniyarpirsa Partiya Çep a derbaê koçberan bersivand û diyar kir ku hejmara penaberan a li welêt nêzîkî 50 hezarî kêm bûye.
Li gorî vê yekê, hejmara penaberan ku dawiya sala 2024an nêzîkî 3 milyon û 550 hezar bû, di nîvê îsal de daket 3 milyon û 500 hezarî.
Ev hejmar, kesên xwedî statuyên cuda, ji nûhatiyan bigire heta yên ku demeke dirêj e li welêt dijîn, û herwiha penaberên Ukraynî jî di xwe de dihewîne.
Li gorî Partiya Çep, di vê kêmbûnê de dersînorkirin, vegerên dilxwazî û wergirtina welatîbûnê bi bandor bûn.
Li gorî daneyên Wezareta Karên Navxwe, par 83 hezar û 150 Sûriyeyî welatîbûna Almanyayê wergirt.
Ji nêzîkî 3,5 milyon penaberên li welêt, nêzîkî 492 hezarî niha xwedî statuyeke nediyar in.
Hejmara penaberên Ukraynî yên li Almanyayê jî heta dawiya meha tîrmehê gihişt milyonek û 270 hezarî.