Di bin siya dorpêçan de WorldFood Moscow û savara Rihayê

Moskow (Rûdaw) - Li Moskowê Pêşangeha 34emîn Navneteweyî ya Xwarinê "WorldFood Moscow 2025" bi beşdariya zêdetirî hezar û 100 şirketên ji 31 welatan dest pê kir.

Di pêşangehê de bi taybetî şîrketên ji Asya, Afrîka û Amerîkaya Latîn bi awayekî berbiçav cih digirin û li derfetên nû yên bazirganiyê digerin.

Savarê Rihayê bala Rûsan dikişîne

Hilberînerên ji Tirkiyeyê bi giranî berhemên xwe yên genimî, bi taybetî yên ji herêmên Bakurê Kurdistanê pêşkêş dikin.

Aşpêjekî ji Rihayê jî xwarina navdar girara savarê ji bo mêvanan amade dike.

Birêvebirê Yekîtiya Hinardekarên Anatolyaya Başûrrojhilat Mustafa Karsu got:

“Tirkiye di hilberîna hibûbat, meqarne, savar û zeyta gulberojan de li cîhanê lîder e yan jî di rêzên duyemîn û sêyemîn de ye.

Em li vir in da ku van berheman bidin naskirin. Bi taybetî, savara me li bazara Rûsyayê nû tê nasîn û bala kiriyarên Rûs dikişîne. Em ji vê baldariyê gelekî memnûn in."

Îran dixwaze 30 hezar ton fistiqan bifiroşe

Şirketên Îranê li gorî pêşangehên berê bi hejmareke zêdetir beşdar bûne û fêkiyê hişk pêşkêş dikin.

Xwediyê Şîrketa Empire Foodê Seyyed Mohammed Husseinî ji Rûdawê re da zanîn:

“Armanca me ji beşdarbûnê naskirina bazarê û peydakirina hevkariyên nû ye.

Armanca me ew e ku em 30 hezar ton fistiqên ji Îranê bigihînin bazarên Rûsyayê.

Ji bilî fistiqan, em mewîj, xurme û qeysiyan jî pêşkêş dikin."

Xurme û qehweya şahane ya Siûdiyê

Her çend welatên Ewropayê wekî ku dihat çaverêkirin beşdar nebûn jî gelek şirketên ji welatên Ereban li pêşangehê cih digirin.

Erebistana Siûdî bi marqeya xwe ya neteweyî "Saudi Dates" tê temsîlkirin.

Ji bilî pêşangehê, mêvan dikarin qehweya şahane ya ji destê aşpêjekî Siûdî tam bikin.

Aşpêjê Kompanyaya Saudi Datesê Xaled Musallam jî got:

“Em vê qehweyê ji çeşîdên 'Necd'ê yên ji herêmên navendî yên Siûdiyê çêdikin.

Ev qehweya Şêx û Şahan e û ji sê pêkhateyên bingehîn ên wekî qehweya zer, zeferan û hîlê tê amadekirin."

Rûs jî bi hêz beşdar in

Bê guman şîrketên Rûsyayê jî bi awayekî berbiçav beşdar bûne.

Nûnerên ji 30 herêmên Rûsyayê berhemên xwe yên ji şîr, goşt, xwarinên konservekirî, vexwarinên bêalkol, berhemên cemidî, fêkî, çay, qehwe û hilberên ard pêşkêş dikin.

Nûnera Herêma Kalugayê Valeria Kudryaşevayê jî got:

“Em meqarneyên xwe ji ardê xwe yê xwemalî çêdikin.

Aşên me yên taybet hene û em wan çeşîdên genim hildibijêrin ku makaroneya herî baş jê çêdibe û li bazaran wekî wê nîne.

Meqarne di xwarinên Rûsyayê de cihekî bingehîn digire û ji aliyê hemû kesan ve tê hezkirin."

Girîngiya stratejîk a pêşangehê

Bi taybetî di dema dorpêç û ambargoyên ku ji aliyê dewletên Rojava ve hatine danîn de, pêşangehên mîna WorldFood Moscowê ji bo Rûsyayê xwedî girîngiyeke stratejîk in.

Ev pêşangeh derfeteke bêhempa pêşkêş dike ku lîderên bazarê yên navneteweyî hevdîtinên girîng pêk bînin û di nav çar rojan de peymanên karsaziyê yên sûdmend îmze bikin.