Hewlêr (Rûdaw) – Washingtonê dest ji fikra ku leşkerên xwe ji bakur-rojhilatê Sûriyê vekişîne berdaye. Dîplomatekî Fransî jî dibêje ku Amerîkayê di van çend hefteyên derbasbûyî de stratejiya xwe ya derbarê Sûriyê de guhertiye û pêdiviya Amerîkayê bi deverên bakur-rojhilatê Sûriyê heye, daku bandora Îranê li Rojhilata Navîn kêm bike.
Dîplomatê Fransî ji medyaya Rûsî re gotiye, çend hefte dibe ew çavdêriya rewşê dike û mirov dikare bibêje ku rêveberiya Trump derbarê Sûriyê de nerîna xwe guhertiye, ji ber Washingtonê ew yek fam kiriye eger dixwaze pozîsyona xwe biparêze û bandora Îranê li nav axa Sûriyê kêm bike, pêwîst e milê çepê yê çemê Firatê di jêr kontora xwe de bihêle.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî li ser derketina hêzên ser bi Iranê ji nav axa Sûriyê, di panêlekê de çend pêşniyar kirin:
“Bêguman Îran hevpeymanekî stratejîk ê Sûriyê ye, lê ji bo derfeta Sûriyê hebe daku dest ji piştgirya Iranê berde, pêwîst e mercên ewlekariyê li wî welatî bên başkirin û ti kes rê li ber pêşketina hikûmeta Sûriyê negire. Lê ew aliyên ku dixwazin Îran ji nav axa Sûriyê derkeve, divê garantiyê bidin û destê xwe nexin nav karûbarên navxwe yên Sûriyê.”
Li gor dîplomatê Fransî, yek ji wan nîşanên ku Amerîkayê siyaseta xwe guhertiye, destnîşankirina James Jeffrey e, ku wek Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê û dibêje, ji ber Jeffrey dijî kêmkirina hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê ne.
Pisporê Fransî herwiha eşkere dike ku Macron di hevdîtina xwe ya ligel Trump de, daxwaz kiribû leşkerên Amerîkayê li nav axa Sûriyê bimînin. Çavkaniyên leşkerî û dîplomatîk ên Amerîkî jî piştrast dikin ku stratejiya Washingtonê ya di derbarê sînordarkirina Îranê de li nav axa Sûriyê hatiye guhertin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse