Boko Haramê 7 leşker kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişa Boko Haramê ya li bakurêrojhilatê Nîjeryayê de 7 leşker hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên medyaya niştimanî, endamên Boko Haramê li herêma Kondugayê ya eyaleta Bornoyê êrişî leşkeran kiriye.
Di êrişê de 7 leşker mirine, leşkerên birîndar jî veguhastine nexweşxaneyê.
Boko Haram ji destpêka salên 2000î ve li Nîjeryayê heye û ji sala 2009an û vir ve bûye sedema mirina bi deh hezaran kesan.
Boko Haram ji sala 2015an û vir ve li cîranên welêt ên wekî Kamerûn, Çad û Nîjerê jî êrişan pêk tîne.
Di êrişên rêxistinê yên li Hewzeya Gola Çadê de herî kêm 2 hezar kes mirine.
Li welêt ji ber êriş û pevçûnan bi sed hezaran kes neçar mane koçber bibin.