Ji partiya almanî hişyariya Tirkiyê

19-11-2016
Siyamend Serbilind
Nîşan Almanya Partiya Kesk Tirkiye Çek
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Parlamenterê Partiya Keskan a Almanyayê Jurgen Trittin got, bila Almanya çekan êdî hinardeyê Tirkiyê neke.

 

Parlamenterê Partiya Keskan Jurgen Trittin ji bo beşdarî Lijneya 62mîn ya Parlamenterên NATOyê bibe çû bajarê Stenbolê.


Jurgen Trittin diyar kir ku rêgeza li herêmên şer lê diqewimin sewqiyata çekan nayê kirin divê ev yek ji bo welatên endamên NATOyê bê bicihkirin.


Trittin, amaje kir ku Tirkiyê ku endamekê NATOyê ye, mafên bingehîn ê demokrasiye tesfiye dike û divê çekên leşkeri sewqî Tirkiyê neyên kirin.


Parlamenterê alman anî ziman dibe ku Tirkiye ew çekên werin hinardekirin li hemberî welatiyê xwe bikar bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst