Li Japonyayê şewateke mezin, herî kêm 170 avahî şewitîn
Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya herêmî îro ragihand ku li taxeke li başûrrojavayê Japonyayê şewateke mezin derketiye û zerer gihiştiye zêdetirî 170 avahiyan.
Li gorî ajansa nûçeyan a Kyodoyê, şewatê şeva borî (sêşemê) dest pê kiriye û li herêmeke niştecihbûnê ya qerebalix a li bajarê Oitayê belav bûye.
Xelkê herêmê neçar maye ku malên xwe biterikîne û rayedaran zêdetirî 170 kesî ji cihê wan veguhastine.
Her wiha kesek jî winda ye.
Tîmên agirvemirandinê hewldanên xwe yên ji bo vemirandina agir didomînin.