RAPORT - 'Pentagonê hejmara qurbaniyên sivîl veşart'

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) datayên hejmara qurbaniyên sivîl li Sûriye, Iraq û Efxanistanê ji ber êrîşên xwe yên asmanî ku di salên borî de kiribûn veşartiye.

Roja 18ê Kanûna 2021ê, Rojnameya  New York Times a Amerîkî raportek belav kir. Li gor raportê, Pentagonê hejmara qurbaniyên sivîl yên ji ber êrîşên xwe vaşartine û dema hêzên Amerîkî çekdaran di nav avahiyan de bordûman kirine, ew yek li ber çav negirtine ku zarok jî di nav wan de hene.

Li gor amarên Pentagonê, ji sala 2014an ve ji ber şerê dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê di encama êrîşên asmanî yên Amerîkayê de 1417 sivîl hatine kuştine, herwiha di sala 2018an de li Efxanistanê ji ber êrîşên asmanî yên Amerîkayê 188 sivîl hatine kuştin.

Roja 13ê Mijdara 2021ê New York Timesê raportek belav kiribû û tê de dihat gotin: "Sala 2019an di dema şerê dijî DAIŞê de li Baxoza rojhilatê Dêrezorê Amerîkayê êrîşeke xwe ya asmanî bo ser wê navçeyê veşartibû ku di encam de bi dehan sivîl hatibûn kuştin."