Berhem Salih bi fermî bû Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd Berhem Salih bi fermî bû Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR).

Berhem Salih da zanîn ku ew bi xwe jî rojekê penaber bûye û dizane bê çawa parastin û alîkarî dikarin jiyana mirovan biguherin.

Piştî ragihandina hilbijartina wî ya ji bo vê posta bilind Berhem Salih peyamek belav kir û şanaziya xwe bi wergirtina vê berpirsyariya navneteweyî anî ziman.

Berhem Salih di peyama xwe de got:

"Ezmûna min a penaberiyê dê bibe bingeha bernameya serkirdayetiya min a li ser esasê hevsozî, pragmatîzm û pêbendbûna bi yasaya navneteweyî."

Salih tekez kir ku di pêşîneya karên wî de, parastina maf û rûmeta wan kesan heye ku bûne penaber û da zanîn ku ew dê hewla peydakirina çareseriyên rastîn bide "da ku penaberî demkî be, ne çarenivîseke herdemî."

Berhem Salih amaje bi wê yekê kir, di serdemekê de ku hejmara penaberan gelekî zêde ye û zexteke mezin li ser çavkaniyên alîkariya mirovî heye, xebat pêdivî bi dupatkirina bandor û vekirîbûnê heye.

Salih her wiha spasiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Konseya Giştî kir ji bo baweriya ku dane wî.

Salih di heman demê de pesnê rola Komîserê berê Filippo Grandi da ji bo serkirdetiya wî.

Di dawiyê de Dr. Berhem Salih da zanîn:

"Ez ji bo peydakirina çareseriya bingehîn ku bi hêvî û astengiyên sedsala 21ê re guncav be bi coş im ji bo xebata bi karmendên UNHCRê, dewlet û hevparên din re."