TAYBET - Zarokên Alman li Berlînê fêrî Kurdî dibin

Berlîn (Rûdaw) - Berlîn ji bo xelkê cîhanê paytexta Komara Federal a Almanyayê ye lê ji bo Kurdistan û Diyasporayiyan ji vê zêdetir e.

Lewra zêdetirî 150 hezar Kurdan li wî bajarî dijîn û li Parlamentoya Almanyayê endamên çalak ên Kurd hene.

Bernameya Diyasporayê li Berlînê gotûbêjeke balkêş bi Kurdistaniyan re dike.

Li Parlamentoya Almanyayê 7 parlamenterên Kurd û hinek dostên Kurdan hene.

Gelek kesayetiyên mezin ên Kurd an li Berlînê jiyane yan jî her dem lingekî wan li Berlînê bûye yan jî li wir koça dawî kiriye.

Dibe ku yê herî navdar bîrmendê Kurdayetiyê Cemal Nebez be ku li wî bajarî koça dawî kiriye û niha dezgehek bi navê wî li Berlînê hatiye vekirin.

Wekî ku birêvebirên dezgehê ji bernameya Diyasporayê re behs dikin, zêdetirî 200 karton destxet û belgeyên çapkirî yên Prof. Cemal Nebez hene ku niha amadehî ji bo rêkxistin û belavkirina wan tên kirin.

Giliyê wan dikirin

Çîroka wê dezgehê û agahiyên negotî yên li ser wî bîrmendê Kurdistanê li gel gelek çîrokên din ên Kurdî yên Berlînê di bernameyên bê yên Diyasporayê de tên belavkirin.

Yên ku îşev (19.12.2025) tên weşandin hejmarek çîrokên balkêş ên din in.

Wekî mînak, dezgeheke mezin û bibandor a Kurdî ku li seranserê Almanyayê kar ji bo zarok û malbatên Kurdistanî dike û hewl dide zimanê Kurdî di nav diyasporaya Kurdî de li Almanyayê bi pêş bixe, Dezgeha Yekmalê ye.

Navenda sereke ya Yekmalê li herêmeke qerebalix a Berlînê ye.

Birêvebira Giştî ya Yekmalê Gunay Darici ji bernameya Diyasporayê re behs dike ku çawa 35 sal in bi piştevaniya dewleta Almanyayê nifş bi nifş zarokên Kurd bi Kurdî û Almanî perwerde dikin.

Ew dibêje berê xelkê Bakurê Kurdistanê ditirsiya zarokên xwe bişînin baxçeyên zarokan ên Kurdî li Berlînê çimkî hinek diçûn li cem dewleta Tirkiyeyê giliyê wan dikirin û dema vedigeriyan (welat) dihatin girtin û şkence li wan dihat kirin.

Tiştê ku di çîroka îşev a Yekmalê de balkêş e ew e ku xeynî zarokên Kurd, zarokên Alman jî zarokên xwe dişînin baxçeyên zarokan ên Kurdî û li wir fêrî zimanê Kurdî dibin.

Wêneyê Sedam û Alaya Kurdistanê

Li Berlînê cadeyek heye ku bi navê Cadeya Ereban tê naskirin.

Li wir tabloyên li ser dikan, xwaringeh, kuafor û supermarketan hemû bi Erebî ne.

Dema ku tu di wê cadeyê re derbas dibî bêhna dûxana kebab, nêrgeleyê bi têkelî hildiçînî.

Li qehwexaneyekê Um Kulsum stranan dibêje û li kuafora li hemberî wê Kazim El Sahir bersivê dide wê.

Di camekana ber yek ji wan dikanên ku telefon û kel û pelên telefonan difiroşe de bergên telefonan hatine danîn ku wêneyê Sedam Husên li ser e û di refa jortir de bergekî din ê telefonê heye ku Alaya Kurdistan û Filistînê li kêleka hev hatine danîn.

Alaya Kurdistanê tenê sîmayeke Kurdî ye ku li wê cadeyê tê dîtin lê li herêmeke din a Berlînê li ser cadeyekê xwaringeheke Kurdî ya bi navê “Hewlêr-Erbil” heye.

Xwaringeh ya malbateke Hewlêrî ye û îşev di bernameya Diyasporayê de çîroka jiyana xwe vedibêjin.

Yek ji endamên malbatê Yûsif Kanebî ye ku li Hewlêrê nexweşiya talasemiyayê pê re hebûye û ji bo wergirtina çareseriyê hatiye Almanyayê.

Li wir li gel çareseriyê xwendiye û niha karmendekî payebilind e di hikûmeta xwecihî ya Berlînê de.

Yûsif li gel hevjîna xwe ya Ozbekistanî behsa wê yekê dike ku çawa li kêleka zehmetiya nexweşiyê û êşa dûriya ji nîştiman mirov dikare bi hêvî bimîne û karên mezin jî bike.

Hunermendek demeke dirêj e ne diyar e

Di dirêjahiya Diyasporaya îşev de, (bi dema Kurdistanê demjimêr 21:00ê li ser Rûdawê tê weşandin) hunermendekî diyasporayî yê dengxweş li gel Pêşkêşkar Hêmin Ebdula dibe ku demeke dirêj e bê deng e.

Ew li gel vegêrana çîroka jiyana xwe ya li Berlînê, stranên tijî hest ji bo evîna welat û xerîbiyê dibêje. Îşev binihêrin bê hûn wî nas dikin.