Amerîkayê ceza bi ser 2 dadgerên Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan de sepandin

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ceza bi ser 2 dadgerên din ên Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan de sepandin.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku wan dadgeran daxwaza Îsraîlê ya ji bo rawestandina lêpirsîna tawanên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê red kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ku berê jî ferman dabû ceza bi ser dadger û dozgerên giştî yên dosyeyê de werin sepandin, rêkarên nû rasterast bi dengdana roja duşemê ve girê dan.

Di wê dengdanê de ew her du dadger li gel piraniyê bûn û piştgiriya derxistina fermana girtinê ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê berê yê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got:

"Em qebûl nakin ku Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan desthilatên xwe xirab bi kar bîne ku serweriya Amerîka û Îsraîlê bin pê dike û bi awayekî neyasayî welatiyên Amerîkî û Îsraîlî dixe bin desthilata dadgehê.

Em dê berdewam bin li ser bersivdayîna bi encamên tund û berbiçav li hemberî bikaranîna hêza yasayî û zêdegaviyên Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan."

Bi vê yekê hejmara wan dadgerên Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan ku birêvebiriya Donald Trump ceza bi ser wan sepandine, derket herî kêm 8 dadgeran.

Her wiha herî kêm sê dozgerên giştî jî hene ku Serokê Dozgeran Kerîm Xan yek ji wan e.

Ofîsa Netanyahu di postekê de li ser tora civakî ya Xê "pêngava bihêz" a Amerîkayê ya li dijî dadgehê bi germî pêşwazî kir.

Ofîsê ragihand ku Îsraîl "pêbendbûna Amerîkayê ya bi rûbirûbûna vîrûsa bikaranîna yasayê wekî çek bilind dinirxîne."

Redkirina tund

Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan ku navenda wê li Den Haaga Holendayê ye ragihand ku ew "bi tundî" cezayên nû red dike.

Her wiha ragihand, ceza "êrişeke eşkere ne li ser serbixweyiya saziyeke dadgeriyê ya bêalî."

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di postekê de li ser tora civakî ya Xê ragihand:

"Spas ji bo Wezîr Rubio ji bo vê helwesta exlaqî ya zelal."

Ew her du dadgerên ku ceza bi ser wan de hatine sepandin ev in: Wezîrê berê yê Dadê yê Gurcistanê Gocha Lordkipanidze û Erdenebalsuren Damdinê xelkê Moxolistanê ye.

Ceza rê li ber geşta wan her du dadgeran a ji bo Amerîkayê digirin û her dan û standineke darayî ya bi wan re qedexe dikin.

Lordkipanidze berê wekî mamoste li Zanîngeha Columbiayê ya li New Yorkê xebitiye.

Biryara roja Duşemê ya dadgehê ku ji 44 rûpelan pêk dihat, piştgiriya biryara lêpirsîna wan tawanên şer kir ku tê gotin Îsraîlê li Xezeyê kirine.

Netanyahu û Gallant rûbirûyî tohmeta tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê bûne.

Ev ceza Amerîkayê dixin rêza Rûsyayê ku hefteya borî bêyî amadebûna wan, biryar li dijî dadgerên Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan û Dozgerê Giştî yê Dadgehê Kerîm Xan derxistibû.

Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan fermana girtinê ji bo Serokê Rûsyayê Vladimir Putin derxistiye.

Sedem jî dosyeya veguhastina bi zorê ya zarokan e ji wan deverên Ukraynayê yên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine kontrolkirin.

Amerîka, Îsraîl û Rûsya di nav wan welatan de ne ku ne endamên Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan ne lê piraniya welatên demokratîk ên Rojavayî piştgiriya dadgehê dikin.

Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan sala 2002yan hat damezirandin.