Metirsiya mezin a li ser Amerîkayê: Mûşekên Çînê û keştiyên 13 milyar dolarî
Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke bi dizî ya Pentagonê ku hatiye eşkerekirin, dibêje artêşa Çînê bi rêya simulasyonên komputerê gihiştiye wê encamê ku dikare keştiyên firokehilgir ên herî nû û mezin ên Amerîkayê bin av bike yan jî ji kar bixe.
Çîn vê yekê çawa dike?
Çîn tenê cureyekî çekan bi kar nayne, planeke wê ya sê qonaxî heye:
Yekem: Têkdana heyvên çêkirî
Destpêkê Çîn êrişa elektronîk dike ser heyvên Amerîkayê.
Bi vê yekê şiyana pêwendîkirin, dîtina armancan û nîşandana rêya keştiyên şer ên Amerîkayê namîne.
Bêyî van heyvan, keştî wekî koran lê tên û nikarin parastina xwe bikin.
Duyem: Bikaranîna mûşekên dengbezîn
Çîn xwediyê nêzîkî 600 mûşekên dengbezîn ango "hîpersonîk" e.
Ev mûşek 5 qatan ji deng zûtir diçin û dikarin di dema firînê de rêya xwe biguherin.
Ev yek jî wiha dike ku pergalên parastinê yên Amerîkayê nikaribin li wan bixin û bînin xwarê.
Sêyem: Plan û taktîka westandinê
Çîn hejmareke zêde ya mûşekên erzan berdide da ku pergalên parastinê yên Amerîkayê mijûl bike û biwestîne.
Dema ku top û mûşekên parastinê yên Amerîkayê kêm bûn, Çîn mûşekên bipêşketî berdide da ku derba dawî li keştiyê bixe.
Pirsgirêka mezin a ji bo Amerîkayê çi ye?
• Mesrefa zêde: Çêkirina keştiyeke firokehilgir a Amerîkayê nêzîkî 13 milyar dolarî lê diçe lê Çîn dikare bi mûşekeke gelekî erzantir wê têk bibe.
• Derba kujer: Amerîka balafir û hêzeke zêde li ser van keştiyan bi cih dike, eger tenê yek ji wan têk biçe, nîvê hêza asmanî ya Amerîkayê ya li wê herêmê ji dest diçe.
• Mewdayê dûr: Çînê mûşekên nû çêkirine, wekî DF-27 ku dikare ji dûrahiya 8 hezar kîlometreyan êriş bike.
Ev tê wê wateyê ku dikare ji nav axa xwe keştiyên Amerîkayê yên li nîvê okyanusan biteqîne.
Ev rapor hişyariyê dide ku hêza deryayî ya Amerîkayê êdî wekî berê parastî nîne û Çînê bi teknolojiya nû û mesrefa kêm, metirsiyeke mezin li ser serdestiya Amerîkayê çêkiriye.