Zakharova: Em li benda çalakiyên bibandor ên Berhem Salih in
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji Rûdawê re ragihand, Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) roleke bibandor di çareserkirina pirsgirêkên di qada koçê de dilîze.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê pirsên Edîtorê Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa bersivandin.
Maria Zakharovayê derbarê destnîşankirina Berhem Salih wekî Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî axivî û got:
"Em wisa difikirin, dema ku kesek ji bo postekî wiha bi berpirsyarî tê namzedkirin ku roleke sereke di çareserkirina pirsgirêkên di qada koça bi darê zorê de dilîze, beriya her tiştî şiyana pîşeyî, zîrekî û ezmûn li ber çavan tên girtin.
Wekî ku tê zanîn, Îraq ji nêzîk ve agahdarî pirsgirêkên penaberan e.
Bi dehan salan e, ev dewlet rûbirûyî penaberbûna berbiçav a niştecihan bûye, çi li navxwe be û çi li derveyî sînorên wê."
Berhem Salih ji sala 2018an heta 2022yan Serokkomarê Îraqê bû.
Di wê demê de Îraqê bi sedan hezar penaberên navxweyî, koçberên ji Rojavayê Kurdistanê û welatiyên Sûriyeyê li xwe girtibû.
Her wiha, beşeke mezin a wan penaberan li Herêma Kurdistanê hatibûn bicihkirin.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova wiha axivî:
"Di vî warî de, em çaverê dikin ku di bin serokatiya Berhem Salih çalakiyên UNHCRê bi awayekî bibandor werin kirin.
Ev çalakî bi taybetî di dema qeyranên mirovî û karesatên li welat û herêmên cuda yên cîhanê de gelekî pêwîst in.
Hemû ev jî li ser bingehên bêalîbûn, mirovahî, serxwebûn û dadperweriyê tên kirin."
Serokkomarê berê yê Îraqê Berhem Salih şeva borî bi fermî ragihand ku wî postê Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) wergirtiye.
Berhem Salih da zanîn ku ew bi xwe jî rojekê penaber bûye û dizane bê çawa parastin û alîkarî dikarin jiyana mirovan biguherin.
Pêwendiya Rûsya û desthilata nû ya Şamê
Zakharovayê li ser hevahengiyên bi Sûriyeyê re, bi taybetî piştî derbasbûna salekê di ser rûxîna desthilata Beşar Esed û pêkanîna hikûmeteke nû axivî û anî ziman:
"Berjewendiyeke me ya hevbeş heye di destpêkirina ducare ya hevahengiyên sûdmend ên du alî bi hejmarek mercên nû.
Ev mijar di civîna 15ê Çiriya Pêşîn a îsal de jî di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer de hatibû gotûbêjkirin."
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê tekez kir ku wan di civînên xwe yên bi berpirsên Sûriyeyê re de xetên giştî yên karên hevbeş ên paşerojê diyar kirine.
Bi giştî, gotûbêj bi beşdariya wezaretên pêwendîdar û aktorên aborî yên her du welatan di çend qadan de berdewam dikin.
Rûsya di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de yek ji piştgirên desthilata Beşar Esed bû.
Piştî rûxîna desthilata wî Beşar Esed û malbata xwe berê xwe dabû Rûsyayê.