Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Berhem Salih kir: ‘Ez kêfxweş im ku Kurdekî ev erk wergirtiye’

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyameke Berhem Salih pîroz kir.

Berhem Salih bi fermî bû Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR).

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li Dr. Berhem Salih kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest.

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku "Ez kêfxweş im ku Kurdekî ev erkê girîng wergirtiye."

Mesrûr Barzanî diyar kir ku Berhem Salih dê bi awayekî serkeftî erkên xwe bi cih bîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyamê de piştgiriya xwe ji bo Dr. Berhem Salih nîşan da.

Ev piştgirî ji bo serxistina erkên wî yên mirovî yên li ser asta navneteweyî ye.

Serokkomarê berê yê Îraqê Dr. Berhem Salih ji bo posta Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hat hilbijartin.

Ev duyemîn posta herî bilind a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye.

Biryar e heta 5 salên bê, kar û barên nêzîkî 120 milyon koçber û penaberan li seranserî cîhanê bi rê ve bibe.