Dirk Nockemann: Em rastî têkçûneke dramatîk a aborî hatine

20-01-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Dirk Nockemann û Ala Şalî /Wêne: Rûdaw
Dirk Nockemann û Ala Şalî /Wêne: Rûdaw
Nîşan Dirk Nockemann Kurdên Afrîkayê Almanya Hilbijartin
A+ A-

Meha li pêşiya me hilbijartinên pêşwext li Almanyayê tên lidarxistin. Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AFD) propagendeya xwe li bajarê Hamburgê kir.

Serokê Fraksiyona AFDyê Dr. Dirk Nockemann li ser siyaset û aboriya Almanyayê got, "Xelk dibîne ku siyaset di sal û dehsalên borî de her tim sozên nû dane lê ev soz pêk neanîne. Niha em rastî hilweşîneke aborî ya dramatîk hatine. Em take partî ne ku bi rastî daxwaza enerjiya erzan dikin." 

Her wiha Nockemann derbarê rawestandin û vegerandina koçberan got, "Em wekî take partiyeke bawerpêkirî têne dîtin, dema ku em dibêjin em dixwazin koçberiyê ji bo Almanyayê sînordar bikin."

Li aliyê din, Dr. Dirk Nockemann li ser bihêzkirina aboriyê û guherîna perwerdeyê jî got, " Em dixwazin têgeha serkeftinê vegerînin dibistanan. Perwerde, ne bi henek e lê têkiliya wê bi fêrbûna dijwar û tevlihevkirina dijwar a ramanê re heye. Em dixwazin mijarên zanistî, mijarên teknîkî, li dibistanan bihêz bikin, bi awayekî berbiçav wan bihêz bikin."

Serokê Fraksiyona AfDyê ya Hamburgê Dr. Dirk Nockemann li ser plan û projeyên partiya xwe pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Rûdaw: Birêz Nokemann, spas ji bo vê hevpeyvînê. Ez îro li vir beşdarî propagandaya hilbijartina partiya we bûm, serokê partiya we ku namzedê Serokweziriya Almanyayê ye li vir bû. Ji bo we çiqas girîng bû ku ev di şaredariyê de û bi beşdariya nêzîkî hezar kesî pêk hat?

Dirk Nockemann: Ev li vir kêm diqewime ku 840 kesên me li şaredariya Hambûrgê hene. Xwezayî bû ku Xanim (Alice) Weidel bala van kesan kişand. Ew jineke xwedî bawerî bi xwe, xwendewar û aborînaseke bi şiyan e. Ew bi rastî sermiyana me ya herî baş e ku jineke wiha xweşewîst a me heye ku di heman demê de dikare berxweder be, dikare gelekî hestyar be, wekî me îşev dît û bi tenê aborînaseke temam e ku ew li ser me heye, ev yekser partiyê hinekî xweştir dike. Ez bawer im ev baş e, ez bawer im ev rast e, ji ber vê yekê ew hat vir. Ez her tim kêfxweş im dema ew tê.

Rûdaw: We îro behsa çend mijarên sereke yên bernameya hilbijartina xwe kir û bi çepikan bersiv hat dayîn, li gorî rapirsiyan dengên we zêde bûne. Sedema vê çi ye?

Dirk Nockemann: Xelk dibîne ku siyaset di sal û dehsalên borî de her tim sozên nû dane lê ev soz pêk neanîne. Niha em rastî hilweşîneke aborî ya dramatîk hatine. Pîşesaziya me ya Alman, bi taybetî pîşesaziya enerjiyê, dibe ku li vir lawaz bibe ji ber ku rewşa hilberînê li Almanyayê êdî berdewam nîne. Gelekî biha dibe û pîşesazî êdî ne pêşbazîkar e. Ev yek ji wan pirsgirêkên girîng e ku xelk jî dibîne.

Em tenê partî ne ku bi rastî daxwaza enerjiya erzan dikin. Gaz û reş jî, erê, reş dikare di van deman de bê bikaranîn. Her wiha dikarin plana CO2 bicih bînin, hemû ev tişt dibin. Her wiha em wekî tenê partiyeke bawerpêkirî têne dîtin, dema ku em dibêjin em dixwazin koçberiyê bo Almanyayê sînordar bikin. Her wiha ez kêfxweş im ku Hambûrg bajarekî cîhanî ye, ku hemû cureyên çandî bi hev re dijîn. Ev bi temamî asayî ye û ez pê kêfxweş im. Mirov dikare bi vê pirçandiyê dewlemend jî bibe, lê divê sînor hebe.

Tiştê ku em naxwazin ev Îslamîzma tund e ku li vir li Hambûrgê em dibînin, ku gelek caran li kolanan em dibînin, ku xelk daxwaza dewleteke Îslamî dike. Em vê red dikin, em vê naxwazin. Em miletekî şareza ne û em ne dewleteke olî, lê qanûnên sekûler û bi taybetî demokrasî û azadiya derbirînê dixwazin. Jinên me divê baweriya wan bi wan hebe û bihêz bin û divê ne wekî li herêmên Îslamî be ku pênc metre li pey mêran bimeşin.

Rûdaw: Baş e hûn di bernameya propagandaya hilbijartinên xwe de gelek behsa siyaseta koçberan û koça berevajî dikin. Armanca we ew e ku tenê ew kesên ku mafê mayînê tune vegerin yan jî dixwazin bi tevahî koçberiyê ji bo Almanyayê qedexe bikin?

Dirk Nockemann: Em pêşî dikarin sînoran kontrol bikin. Em dixwazin bizanin kî bi awayekî erênî tê welatê me. Rewşa niha wiha ye ku her kes bixwaze dikare bê Almanyayê, bibêje silav, ez li vir im û daxwaza penaberiyê bike. Em dixwazin vê biguherînin. Ev nabe. Em nizanin kî tê. Sûcdar dikarin werin hundir, Îslamî dikarin werin hundir. Divê ev were redkirin.

Ango kontrola wê bike ka kî tê hundir. Ew ên ku mafê wan ê manê tune, wekî min berê di axaftina xwe de eşkere kir, divê welat bicih bihêlin ji ber ku sûcdar in, yan jî bo mînak ji ber ku gefê li Cihûyan dikin divê mafê bicihbûnê li vir wernegirin. Belê wekî prensîp ev e lê em naxwazin niha milyonan kesan ji Almanyayê derxin.

Ev niha ne di dest de ye jî. Ne pratîk e jî. Her wiha pêwîstiya me heye, niha pêwîstiya me bi kesên zêde heye ku li vir kar dikin. Ez di van dawiyan de li nexweşxaneyê bûm, di nav hemşîre û bijîşkan de, tenê çend Almanên kêm mabûn. Ev tê wê wateyê eger hemû yên din bi awayekî biçin, ev der tarî dibe. Em vê naxwazin.

Rûdaw: Birêz hûn dibêjin em vê naxwazin, baş e hûn dibêjin koçberên zêde hene ku divê li vir bên dîportkirin lê heta niha nehatine dîportkirin ji ber ku bi rêya qanûnê carinan ne hêsan e. Hûn dixwazin çawa guherînê di qanûnê de bikin?

Dirk Nockemann: Yanî bêguman divê em berê xwe bidin wan welatan ku niha red dikin şêniyên xwe wergirin. Rêzikên me yên yasayî hene ku pêkan e ev pêk were lê bi rastî em dixwazin hewl bidin pêwendiyê bi rayedarên wan li cihê wan bikin û bibêjin, eger hûn gelê xwe wernegirin, êdî rewşa aborî namîne. Êdî têkiliyên abûrî namînin, êdî qediya.

Rûdaw: Partiya Cîgir dixwaze çi bike ji bo bihêzkirina aboriya Almanyayê û her wiha di perwerdeyê de hûn dixwazin çi guherînê bikin?

Dirk Nockemann: Em dixwazin têgeha serkeftinê vegerînin dibistanan. Perwerde, ne bi henek e lê têkiliya wê bi fêrbûna dijwar û tevlihevkirina dijwar a ramanê re heye. Em dixwazin mijarên zanistî, mijarên teknîkî, li dibistanan bihêz bikin, bi awayekî berbiçav wan bihêz bikin. Gelek mijar hene ku divê tenê behsa tiştan bikî, ev jî welatê me ber bi pêş nabe. Ew jî girîng e, lê welatê me ber bi pêş nabe. Ji ber vê em dixwazin vê qadê bihêz bikin. Ramaneke armanckî, teknolojî û zanistê, divê em hilberînin.

Rûdaw: Lê hemû partî red dikin ku bi we re hevpeymaniyê pêk bînin. Hûn dixwazin çawa guherînê bikin eger di hikûmetê de beşdar nebin?

Dirk Nockemann: Pêşî eger di hikûmetê de jî nebin, tenê bi rêya bernameya me, tenê bi rêya wan pêşniyaran ku em dibin, bi xwezayî em partiyên din ber bi pêş ve dibin. Ew dibînin ku em dengên zêdetir û zêdetir werdigirin, ji ber vê beşekî ji bernameyên me jî werdigirin. Di xalekê de guvaşa AFDyê ewqas bihêz dibe, li eyaletên federal ên rojhilat dest pê dikin, li Saksonya, ku li wir ji sedî 33 heta 36 dengên wan hene, paşê CDU berê xwe dide me.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst