Bahçelî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê nirxand.
Devlet Bahçelî di axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên li Sûriyeyê û got:
"HSD û YPG ji qadên ku tê de bi cih bûbûn hatin derxistin û di dawiyê de ji rojavayê Feratê hatin avêtin.
HSDya ku li hemberî 10ê Adarê li ber xwe dida û mase û avhewaya dan û standinan sabote dikir, bi tevgera paqijikirinê ji qadên ku lê bûn hat derxistin."
Serokê MHPyê diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî banga 27ê Sibatê tevgeriyaye û anî zimên:
"Eşkere ye ku HSD li dijî banga 27ê Sibatê tevdigere. Yê ku provokasyona HSDyê ya li Sûriyeyê wekî hewldana têkbirina pêvajoya aştiyê nîşan dide, bi xwe rêberê damezrîner ê PKKyê ye."
“HSD û Kurd ji hev cuda ne”
Bahçelî bal kişand ser daxwaza bihevrejiyanê ya komên etnîkî yên li Sûriyeyê û wiha axivî:
"Li Sûriyeyê ji bilî daxwaza jiyana bi hev re û yekbûyî ti daxwazeke din a eşîrên Ereb, Kurd û Tirkan nîne.
Birayên me yên Kurd tiştek in, HSD û YPG tiştekî din in. Axaftina HSDyê ya li ser Kurdan xeyal e."
Devlet Bahçelî di civîna komê de li ser rojeva navxwe û derve jî nirxandin kirin û eşkere kir ku di civînên partiyê de ew li ser hedefa “Tirkiyeya bê Teror” rawestiyane.
Bahçelî got, "Bi taybetî di çarçoveya hedefên Tirkiyeya bê teror û herêma bê teror de me ji aliyekî ve gavên bi biryar û ji aliyê din ve jî bandorên xirabker û planên têkder bi baldarî şîrove kirin."
Konfederasyon, federasyon û xweserî
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di axaftina xwe de diyar kir ku nîqaşên wekî "konfederasyon, federasyon û xweseriyê yên li Sûriyeyê dê çalakiyên terorîstî zindî bikin."
Bahçelî diyar kir ku girîng e her kesê ku bi girêdana welatiyê ve girêdayî Komara Sûriyeyê ye xwedî maf, azadî û erkên wekhev be û anî zimên:
"Gelekî girîng e ku cudahiyên etnîkî yan olî li cem dewletê ne girîng bin.
Divê ji bo hemû aliyên civakî garantî were dayîn ku xala hevpar a herî girîng 'Welatiya Sûriyeyê' ye.
Li Sûriyeyê divê ti alî, ti komên etnîkî yan mezhebî li derve neyên hiştin, mexdûr nebin û tune neyên hesibandin."
“Yek al, yek dewlet”
Devlet Bahçelî destnîşan kir ku divê li Sûriyeyê yek al, yek dewlet û yek artêş hebe û got:
"Bi yek al, yek dewlet û yek artêşê re; dewleta Komara Sûriyeyê ya ku serweriya wê ya wekhev li ser her bihosta axa wê hatiye avakirin, dê tevkariyeke gelekî bi qîmet li aramî û aştiya herêmî bike."