Trump ji Rûdawê re got: Em hewl didin Kurdan biparêzin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Ez ji Kurdan hez dikim û em hewl didin wan biparêzin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Odeya Çapemeniyê ya Koşka Spî ya li Washingtonê daxuyanî dan rojnamegeran û pirsên wan bersivandin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde pirsek li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ji Trump kir.

Donald Trump li ser pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde ya derbarê parastina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê de got, "Ez ji Kurdan hez dikim."

Trump her wiha da zanîn ku Kurdan gelek pere û petrol wergirtiye got, "pêwendiyên me û Kurdan baş in û em hewl didin Kurdan biparêzin."

Pirs û bersiva di navbera Diyar Kurde û Donald Trump de wiha bû:

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde: Pirsyara min li ser Sûriyeyê ye. Kurd wekî hevalbendên herî dilsoz ên Amerîkayê ne, niha ji aliyê çend aliyên ser bi hikûmeta Sûriyê ve rastî êrişan tên. Gelo hûn dê çi bikin da ku piştrast bin ku mafên Kurdan tên parastin? Kurd we wekî serokekî dibînin ku pişta xwe nade hevalbendên xwe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump: “Ez ji Kurdan hez dikim, lê ji bo ku hûn fêm bikin, pereyekî gelekî zêde dan Kurdan, petrol û tiştên din dan wan, wan ew yek ji bo xwe kirin, zêdetir ji ya ku ji bo me kirine. Pêwendiyên me bi Kurdan re baş in û em hewl didin Kurdan biparêzin.”