Navenda Nûçeyan - Telefoneke Serokê Naziyê Adolf Hîtler di mezatê de bi 243 hezar dolarî hat firotin.
Li Chesapeake Cîtya girêdayî Marylanda eyaleta Emrîkayê, Mala Mezata Dîrokî ya Alexsanderê mezatek li dar xist.
Andreas Kornfeldê rayedarê mala mezatê daxuyand kesekî ku bi telefonê beşdarî mezatê bûye û naxwaze navê wî bê eşkerekirin telefona sor a Hîtler kiriye.
Telefona ku di binê wê de navê Hîtler û sembola partiya Naziyê heye bi 100 hezar dolarî dest bi mezatê kir.
Dema ku di sala 1945an de Hîtler xwe kuştibû ev telefon li sitargeha wî ji hêla leşkerên Sovyetê ve hatibû dîtin.
Rayedarên Mala Mezata Dîrokî ya Alexsanderê ev telefon wek "çeka komkujiyê" binav kiribûn, lewra Hîtler dema fermana mirinê dida li ser vê telefonê ev ferman didan.
Di mezatê de kuçikekî ku ji bo xemlê ji porselenê hatiye çêkirin jî bi 24 hezar û 300 dolarî hate firotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse