Amerîka: Ji bo ‘Herêma Aram’ bi Tirkiye re danûstendinên me didomin

20-02-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Robert Palladino Tirkiye Sûriye Herêma Aram
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Robert Palladino got: “Di derbarê Sûriyeyê de, bi Tirkiyê re danûstendinên me bi şêweyeke çalak didomin.”

 

Robert Palladino, di daxuyaniya çapemeniyê ya li Wezareta Derve de, di derbarê Sûriye û Herêma Aram de pirsên rojnamevanan bersivand.

 

Palladino, ragihand ku ew di derbarê vekişîna leşkerî ya ji Sûriyeyê bi biryar in û li ser babeta ‘Herêma Aram’ jî ew li gel Tirkiyeyê danûstendinên xwe bi şêweyeke çalak didomînin.

 

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê anî ziman ku her çend ew li ser vekişîna leşkerî ya ji Sûriyeyê bi biryar bin jî, wan ji bo vekişînê dîrokekê destnîşan nekirine û domand: “Vekişîna leşkerî ya Amerîkayê guherîneke taktîkî ye. Di armanca me ya sereke de (Tekoşîne bi DAIŞê re) ti guherînekî tune ye.”

 

Li ser pirsa rojnamevanan a, gelo plansaziya pêkanîna ‘Herêma Aram’  di çi astê de ye, Robert Palladino ragihand: “Di derbarê geşedanên li Sûriyeyê de hevdîtinên Amerîka û Tirkiyeyê bi şêweyekî çalak didomin. Ev hevdîtin jî perçeyek ji çarçoveya plansaziya bi şêweyekî ewle vekişîna leşkerên Amerîkî û sazkirina aramiya bakur-rojhilatê Sûriyeyê ye.”

 

Palladino, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew peroşiyên Tirkiyeyê yên li ser herêmê baş têdigihîjin û girîng dinirxînin û got: “Hevdîtin bi hemahengî didomin. Di derbarê van hevdîtinan de ez nikarim hûrgiliyan bi we re parve bikim lê belê hevdîtin didomin.”

 

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser mijara tawanbarkirina Waşingtonê ji aliyê Moskow û Şamê ve yên wek ‘Amerîka dixwaze Sûriyeyê dabeş bike’ jî destnîşan kir, planeke wan a dabeşkirina Sûriyeyê tune ye û ew piştgiriya parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst