Alîkariya Almanyayê ya ji bo Îraqê: 53 milyon euro
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Bipêşketin û Hevkariya Aborî ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku Almanyayê sala 2025an, 53,25 milyon euro ji bo alîkariya mirovî û bipêşketinê ji bo Îraqê dabîn kiriye.
Wezareta Bipêşketin û Hevkariya Aborî ya Almanyayê derbarê para avakirina Şingalê jî diyar kir ku ew li wê herêmê bi çendîn projeyan "çalak in".
Nivîsgeha ragihandinê ya Wezareta Bipêşketin û Hevkariya Aborî ya Almanyayê di e-mailekê de bersiva pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê da.
Wezaretê li ser qebareya alîkariyên darayî yên ji bo Bexdayê ragihand:
"Di çarçoveya hevkariya bipêşketinê ya bi Îraqê re de sala 2025an bi giştî 53,25 milyon euro hatiye dabînkirin."
Pirseke din a Rûdawê ew bû ku ji wê pereyê ji bo dewleta Îraqê tê şandin, çi qas ji bo avakirina bajar û herêmên Kurdên Êzidî tê veqetandin.
Li gorî gotina wezaretê, Almanya bi projeyên cuda li Şingalê alîkariya xelkê dike.
Projeyên Almanyayê yên li Şingalê
Berdevkê Wezareta Bipêşketin û Hevkariya Aborî ya Almanyayê li ser vê mijarê got:
"Di projeyên niha yên Wezareta Hevkariya Aborî û Bipêşketinê ya Almanyayê (BMZ) yên li Îraqê de, hejmareke zêde ya projeyan di nav de li qezaya Şingalê çalak in."
Berdevk li ser cureyên çalakiyan ev agahî dan:
"Di nav çalakiyên herî girîng de, piştgiriya derûnî-civakî, vegerandina çavkaniyên debara jiyanê (bi taybetî di warê çandiniyê de), nûjenkirina binesaziyên bingehîn û çêkirina xaniyan hene."
Naskirina komkujiyê û piştgiriya Êzidiyan
Piştî ku DAIŞê 14ê Tebaxa 2014an komkujî li dijî Kurdên Êzidî yên li Şingalê pêk anî, Parlamentoya Almanyayê sala 2023yan ew tawan wekî komkujî nas kir.
Ji wê demê ve hikûmeta Almanyayê piştgiriya avakirina Şingalê dike ku xelkê wê herêmê karibe vegere ser axa xwe.
Berlîn her wiha bi rêya rêxistinên fermî yên wekî Komeleya Hevkariya Navneteweyî (GIZ), projeyên wekî dermankirina derûnî û civakî ji bo koçberên Kurd ên Êzidî yên li kampên Herêma Kurdistanê dabîn dike.
Bersivên Wezareta Almanyayê yên ji bo Rûdawê
Pirs û bersivên nivîsgeha ragihandinê ya Wezareta Bipêşketin û Hevkariya Aborî ya Almanyayê ya ji bo Rûdawê wiha ye:
Rûdaw: Sala 2025an çi qas alîkariya bipêşketinê û alîkariya mirovî ji bo Îraqê hatiye şandin?
Wezareta Almanyayê: Di çarçoveya hevkariya bipêşketinê ya bi Îraqê re de sala 2025an bi giştî 53,25 milyon euro hatiye dabînkirin.
Rûdaw: Para avakirina Şingalê sala 2025an çi qas bû?
Wezareta Almanyayê: Di projeyên niha yên Wezareta Hevkariya Aborî û Bipêşketinê ya Almanyayê (BMZ) yên li Îraqê de, hejmareke zêde ya projeyan di nav de li qezaya Şingalê çalak in. Di nav çalakiyên herî girîng de: piştgiriya derûnî-civakî, vegerandina çavkaniyên debara jiyanê (bi taybetî di warê çandiniyê de), nûjenkirina binesaziya bingehîn û çêkirina xaniyan hene.