Trump: Ez difikirim ku derbeke leşkerî û sînordar li Îranê bixim
Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump got, “Ez li ser vebijêrka ‘derbeke leşkerî ya sînordar’ a li dijî Îranê difikirim.”
Ev gefa nû ya Trump di demekê de ye ku hêzeke mezin a deryayî li Rojhilata Navîn hatiye bicihkirin.
Donald Trump doh di civîna "Konseya Aştiyê" ya ji bo Xezeyê de hişyarî da ku eger Tehran rêkeftinê neke "dê tiştên xerab biqewimin."
Trump îro jî dema ku ji bo Îranê diyar kiribû ji 10 rojan derxist 15 rojan.
Rojnamegeran li Washingtonê jê pirsî, "Gelo tu bi awayekî cidî li ser lêdana derbeke leşkerî difikirî?"
Trump wiha bersiv da: "Tiştê ku ez dikarim bibêjim ew e ku ez li ser wê vebijêrkê difikirim."
Divê were gotin ku ku Washingtonê du keştiyên mezin ên balafirhilgir li gel gelek keştiyên şer li herêmê bi cih kirine.
Reuters: Plana "kuştina armanckirî" û "guhertina desthilatê"
Ajansa Reutersê ya Brîtanyayê di raporeke taybet a ku xwe dispêre du berpirsên payebilind ên leşkerî yên Amerîkayê de ragihand ku plana leşkerî ya Amerîkayê ya li dijî Îranê gihiştiye qonaxeke gelekî bipêşketî.
Li gorî rapore, "Vebijêrkên Pentagonê tenê ne ji bo lêdana baregehên atomî ne.
Plana kuştina serkirde û fermandarên payebilind û heta rûxandina desthilatê jî li ser maseya Trump amade ye."
Berpirsan amaje bi wê yekê kiriye ku Amerîka dixwaze bi rêya hêzên asmanî û operasyonên taybet kar bike, wekî mînaka desteserkirina Maduro ya li Venezuelayê.
Rapor dibêje ku Amerîka naxwaze hêzeke bejahî ya mezin bi kar bîne.
Yekî ji berpirsan got:
"Şerê 12 rojî yê sala 2025an ê di navbera Îsraîl û Îranê de derseke baş bû.
Di wî şerî de herî kêm 20 fermandarên payebilind ên Supaya Pasdaran hatibûn kuştin ku Serokerkan Mihemed Baqirî jî di nav de bû.
Washington dixwaze wan fermandar û serkirdeyan bike armanc ku berpirsên fermandarî û kontrolê yên Supaya Pasdaran in."
Bersiva Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro ji medyaya Amerîkayê re ragihand:
"Di nava du sê rojên bê de reşnivîsa rêkeftinê dê amade bibe û em dê radestî Nûnerê Trump Steve Witkoff bikin."
Eraqçî got ku ew ji bo rakirina sizayan û ji bo rêkeftineke bilez amade ne lê destnîşan kir, "Em ti dema dawî qebûl nakin."
Eraqçî îdia kir ku Amerîkiyan daxwaza "sifir meyandin”ê (meyandin, dewlemandkirina uranyumê) ji wan nekiriye.
Ev yek bi temamî berevajî gotinên Trump û berpirsên din ên Koşka Spî ye ku dibêjin divê Îran di ti astê de uranyumê nameyîne.