Li Almanyayê krîza nifûsê: Dê ji sedî 5 kêm bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Financial Timesê ya Brîtanyayê belav kir ku tê pêşbînîkirin heta sala 2050î nifûsa Almanyayê bi rêjeya ji sedî 5 kêm bibe.

Ev yek li gorî pêşbîniyên berê guherîneke mezin e ku dihat gotin dê hejmar wekî xwe bimîne.

Li gorî lêkolîna Peymangeha Aboriyê ya Ifoyê ku xwe dispêre amarên fermî yên hikûmeta Almanyayê:

  • Nifûsa ku sala 2025an nêzîkî 83 milyon kesî ye, sala 2050î dê dakeve 79 milyon kesî.
  • Tê pêşbînîkirin ku heta sala 2070yî nifûs ji sedî 10 kêm bibe.

Kêmbûn û pîr û kalbûna nifûsê ji bo aboriya herî mezin a Ewropayê pirsgirêkên mezin derdixe holê.

Ji ber ku hejmara ciwanan û kesên ku dixebitin kêm dibe û li beramberî vê hejmara malnişînan zêde dibe, zexteke zêde dikeve ser pergala malnişîniyê û xerciyên giştî.

Pirsgirêka bazara kar

Kêmbûna destê kar dibe sedema xavbûna bipêşketina aborî.

Berpirsên Almanyayê hewl didin bi rêya anîna koçberên jêhatî û teşwîqkirina xelkê ya ji bo xebatê vê valahiyê tije bikin lê pirsgirêk kûr e û dê bi dehan salan bidome.

Ji ber pîr û kalbûna civakê, daxwaza li ser nexweşxane û çavdêriya civakî zêde dibe.

Amar nîşan didin ku heta sala 2050î nêzîkî ji sedî 30ê nifûsa Almanyayê dê temenê wan ji 65 salî zêdetir be.

Pispor dibêjin ji bo rûbirûbûna vê krîzê divê Almanya çend gavan biavêje:

  • 1-Reforma di bazara kar de.
  • 2-Piştgiriya malbatan a ji bo anîna zarokan.
  • 3-Anîna koçberên zêdetir.