Neteweyên Yekbûyî: Li Sûdanê nîşaneyên komkujiyê hene
New York (Rûdaw) - Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê di serdaneke neçaverêkirî ya Neteweyên Yekbûyî de encamên raporeke nû xwendin ku tê de tê gotin rûdanên li Sûdanê di çarçoveya "komkujiyê" de ne.
Rapor behsa bikaranîna birçîkirinê ya wekî çek û komkujiyên li dijî sivîlan dike.
Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooperê diyar kir ku encamên vê raporê "hejîner" in û got:
"Birçîkirin wekî çekê şer hatiye bikaranîn.
Dema ku sivîl direviyan kemîn li ber wan hatine danîn û hatine kuştin.
Heta li kêleka termên zarokan destdirêjî li jinan hatiye kirin."
Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê li Konseya Ewlehiyê serokatiya civîneke awarte kir.
Çalakvaneke Sûdanî jî bi wê re bû û wê Konseya Ewlehiyê ji ber ku sê sal in nikariye rê li ber xwînrijandinê bigire bi tundî rexne kir.
Wê çalakvanê tiliyê tohmetê dirêjî Îmarata Erebî kir.
Tohmetên li dijî Îmaratê
Çalakvana mafên mirovan a Sûdanî Hala Kerîbê got:
"Rêxistinên navneteweyî belgeyên veguhastina çek û kel û pelên leşkerî yên ji bo Darfûrê tomar kirine.
Di nav wan de Îmarat jî heye. Ev yek binpêkirina biryara qedexekirina çekan a vê Konseyê ye."
Îmaratê ev tohmetên derbarê şandina çekan a ji bo Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) bi tundî red kirin.
Nûnerê Îmaratê yê Neteweyên Yekbûyî Mihemed Ebûşehab da zanîn:
"Ez xemgîniya xwe tînim zimên ku vê xanimê tohmetên bêbingeh li dijî welatê min ducare kirin.
Em wan bi temamî red dikin, her çi qasî di gotara wê de gelek xalên ku em li ser wan hevfikir in hebin jî."
'Sekreterê Giştî gelekî hêrs bûye'
Li gorî raporê, tawanên herî mezin li bajarê El-Faşirê hatine kirin.
Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdulah behsa dilgiraniya Sekreterê Giştî ya li ser kuştina sivîlan pirsî.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric bersiva Namo Ebdulah da û got:
"Sekreterê Giştî kesê ewil e ku hêrsa xwe ya li ser kuştina sivîlan tîne zimên.
Her du alî dronan bi kar tînin. Me dît ku çawa êrişî nexweşxaneyeke jidayîkbûnê kirin û bijîşk û zarok hatin kuştin.
Karên komîteya dîtina rastiyan ji bo darizandinê gaveke girîng e."
Banga agirbestê
Rûsyaya ku berê biryareke bi vî rengî veto kiribû, niha daxwaza agirbesteke bilez dike.
Cîgira Nûnerê Rûsyayê ya Neteweyên Yekbûyî Anna Evstigneevayê got:
"Federasyona Rûsyayê her tim piştgiriya agirbesteke bilez û çareseriya siyasî kiriye."
Hatina Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê ya Neteweyên Yekbûyî nîşan dide ku rewşa Sûdanê gihîştiye asteke metirsîdar.
Wê bêyî ku navê ti welatan bide bangî her kesî kir ku çekan neşînin Sûdanê û ji bo agirbesteke bilez bixebitin.