Dan û standinên Rûsya, Ukrayna û Amerîkayê: Bipêşketineke girîng heye
Hewlêr (Rûdaw) - Gera sêyem a dan û standinên di navbera Rûsya, Ukrayna û Amerîkayê de li Cenevreyê nîşan da ku şansê çareserkirina krîza Ukraynayê hîn jî heye.
Şandeyên her sê aliyan du rojan rêbazên çareserkirina krîza Ukraynayê nîqaş kir.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Galuzin bersiva pirsa Rûdawê da.
Mikhail Galuzin diyar kir ku di dan û standinan de ne tenê mijarên leşkerî, mijara herî dijwar a siyasî jî hatiye nîqaşkirin.
Galuzin ev yek wekî bipêşketineke girîng bi nav kir û got:
"Me her tim piştgirî daye şêwazên siyasî û dîplomasiyê ji bo çareserkirina krîzên cuda.
Loma ez wekî dîplomat kêfxweş im ku di krîza Ukraynayê de dînamîkeke erênî dest pê kiriye.
Sê gerên hevdîtinên me yên di kêmtirî mehekê de vê dînamîkê baş nîşan didin."
Salvegera 4an û agirbest
Lê belê berovajî texmînan, aliyên şer hîn ne amade ne ku di salvegera çaremîn a şer de agirbestê ragihînin.
Birêvebirê Bernameyan ê Kluba Nîqaşê ya Valdaiyê Fyodor Lukyanov li ser mijarê axivî û anî ziman:
"Li gorî daxuyaniyên fermî, Rûsya dest ji pêgehên xwe bernade.
Di demeke nêzîk de bipêşketineke girîng a ji bo agirbestê nayê dîtin.
Lê berdewamkirina dan û standinan dihêle ku em geşbîn bin.
Kêmbûna agahiyên li ser naveroka hevdîtinan nîşan dide ku nîqaşên pir cidî tên meşandin."
Çav li biryarên Kyiv û Moskowê ne
Serokê şandeya Rûsyayê Vladimir Medinsky hevdîtinên li Cenevreyê wekî "dijwar lê bibandor" pênase kir.
Vladimir Medinsky ragihand ku dê di demeke nêzîk de civîneke nû pêk were.
Serokê şandeya Amerîkayê Steve Witkoff jî da zanîn ku "bipêşketineke girîng" heye.
Witkoff diyar kir ku ew ji bo berdewamkirina xebatên li ser peymana aştiyê amade ne.
Niha li gorî pisporan, bipêşveçûna ber bi aştiyê ve êdî girêdayî wan biryaran e ku divê li Kyiv û Moskowê werin girtin.