Geştyarên Çînî li Rûsyayê xeniqîn, 7 term hatin derxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Sîbîryayê ya Rûsyayê karesatekê rû da.

Otomobîla ku geştyar tê de bûn di qeşayê de çû xwarê û 7 kes mirin.

Li herêma Îrkutskê ya Sîbîryayê ya Rûsyayê, otomobîla geştyarên Çînî li ser Gola Baykalê qeşa şikand û ket avê.

Rayedarên herêmî ragihand ku di bûyerê de herî kêm 7 geştyarên Çînî mirine.

Şaxa Wezareta Rewşên Bilez a herêmê li ser platforma medyaya civakî VKontakteyê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê diyar kir ku tîmên wan li cihê bûyerê dixebitin û bûyer li nêzîkî Cape Khoboyê ya li navçeya Olkhonskyê qewimiye.

Otomobîl di kûrahiya 18 metreyan de ye

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku otomobîl di şikesteke 3 metreyî re ketiye binê avê.

Li gorî agahiyan, kûrahiya golê ya li cihê bûyerê 18 metre ye.

Wezaretê li ser xebatên lêgerînê ev agahî dan:

"Tîmên rizgarkirinê di binê avê de bi kamerayan lêgerîn kir.

Termên 7 kesan hatin derxistin û operasyonên binavbûnê hatine plankirin."

"Ajotina li ser qeşayê qedexe ye"

Parêzgarê Îrkutskê Igor Kobzev li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyand ku li gorî gotinên şahidan geştyarekî karîbûye xwe xelas bike.

Kobzev eşkere kir ku Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê derbarê bûyerê doz vekiriye û lêkolîn berdewam dike.

Parêzgar bi bîr anî ku derbasbûna li ser qeşayê ya ber bi Girava Olkhonê ve hîn nehatiye vekirin.

Kobzev hişyarî da ku ajotina li ser qeşayê xeternak e û bi tundî qedexe ye.

Hat zanîn ku Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya li Îrkutskê derbarê bûyerê hatiye agahdarkirin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê Xinhuayê jî piştrast kir ku di vê qezayê de 7 geştyarên Çînî xeniqîne.