Îran: Amerîkayê nexwestiye ku em dev ji meyandina uranyumê berdin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi medyayê Amerîkayê re axivî û behsa pêşhatên dawî yên di navbera Îran û Amerîkayê de kir.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di hevpeyvîneke xwe ya bi medyaya Amerîkayê re behsa dan û standinên bi Washingtonê re û rewşa navxweyî ya Îranê kir.
Eraqçî her wiha derbarê "Operasyona Çakûçê Nîvê Şevê" ya Amerîkayê ya sala 2025an de agahî dan.
"Me li ser prensîban li hev kiriye"
Ebas Eraqçî diyar kir ku hevdîtinên roja sêşemê yên li Cenevreyê yên li gel şandeya Amerîkayê baş derbas bûne û got:
"Me li ser prensîban li hev kiriye.
Niha ji her du aliyan hatiye xwestin ku reşnivîsa peymanê amade bikin da ku em di civîna bê de li ser hûrgiliyan û naveroka wê biaxivin."
Meyandina uranyumê û ceza
Wezîrê Karên Derve yê Îranê ew îdia red kirin ku Îranê pêşniyara rawestandina meyandina uranyumê kiribe yan jî Amerîkayê daxwaza "sifir meyandin"ê kiribe û got:
"Em tenê li ser wê yekê diaxivin bê ka em dê çawa piştrast bin ku bernameya atomî ya Îranê aştiyane bimîne û li hemberî vê siza bên rakirin."
"Ti çareseriya leşkerî tune"
Ebas Eraqçî destnîşan kir ku "Ji bo bernameya atomî ya Îranê ti çareseriya leşkerî tune" û behsa operasyona sala borî kir.
Eraqçî amaje bi "Operasyona Çakûçê Nîvê Şevê" ya Hezîrana 2025an a Amerîkayê kir ku tê de êrişî navendên atomê yên Îranê kiribû û got:
"Par êrişeke mezin li ser dezgehên me hat kirin û zanyarên me şehîd ketin.
Lê nekarîn bernameya me ya atomî tune bikin çimkî ev teknolojiyeke xwecihî ye û bi bombebaranan tune nabe. Tenê dîplomasî çareserî ye."
Hejmara kuştiyên xwenîşandanan
Eraqçî li ser xwenîşandanên dawiya salê û serê sala îsal ên li Îranê amarên welatên Rojavayî red kirin.
Ebas Eraqçî got, "Ew raporên ku dibêjin 30 hezar kes hatine kuştin ji rastiyê dûr in."
Li gorî gotina Wezîrê Karên Derve yê Îranê, hejmara kuştiyan 3 hezar û 117 kes e û hikûmetê navên hemûyan belav kirine.
Eraqçî îdia kir ku xwenîşandanên di navbera 28ê Kanûna Pêşîn û 7ê Kanûna Paşîn de aştiyane bûne lê rojên 8, 9 û 10ê Kanûna Paşîn "komên terorîst" êrişî polîsan kiriye.
Wî anî zimên ku niha li bajaran aramî heye.
Peyama ji bo Trump û Kongreyê
Ebas Eraqçî di dawiya axaftina xwe de peyamek da Serokê Amerîkayê Donald Trump û endamên Kongreyê û got:
"Îran xwedî şeref e. Eger bi zimanê rêzê bi me re biaxivin em dê wisa bersivê bidin.
Lê eger bi zimanê hêzê û gefan biaxivin, em dê bi heman awayî miameleyê bikin."
Wî diyar kir ku komkirina hêzên leşkerî rewşê aloztir dike û xwest ku rê bidin dîplomatan da ku di hefteyên bê de bigihin encamekê.