Hikûmeta Almanyayê: Bazirganên kurd petrola DAIŞê dikirrin!

20-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li ser pirsyarnameyeke Partiya Çep ya almanî DIE LINKE derbarê çavkaniyên aborî yên DAIŞê de, hikûmeta Almanyayê diyar dike ku qaçaxçiyên kurd petrola DAIŞê dikirrin û derbasî bazara cîhanê dikin.

Li gor bersiva ji hikûmeta Almanyayê, ji bilî firotina petrolê, çavkaniyên aborî yên DAIŞê pêk tên ji revandina mirovan, komkirina pereyan ji alîgiran û firotinê berhemên dîrokî.

Li gor texmînên hikûmeta Almanyayê, van deman dahata DAIŞê ya ji petrolê ya rojane herî zêde 200 hezar Dolar e. Hikûmeta Almanyayê diyar dike ku daketina nirxê petrolê di bazarên cîhanê de bandora xwe li ser dahata DAIŞê jî kiriye, ku li gor texmînan rojane 28 hezar bermîl petrola xav ji herêmên di jêr kontrola xwe de li Iraq û Sûriyê derdixe. Hikûmeta Almanyayê diyar dike ku derdorê 10 hezar bermîl bi qaçaxî tên firotin û her bermîl di navbera 10 heta 20 dolarî de tê firotin.

Li gor hikûmeta Almanyayê, daketina nirxê petrolê di bazarên cîhanê de DAIŞ jî kiriye jêr zexteke aborî û ji ber wê yekê çavkaniyên din hêj giringtir dibin, wek revandina sivîlan, standina bacê ya ji sedî 5-15 ji dahata hemwelatiyan, standina baca taybet ji kesên ne Misilman û firotina berhemên dîrokî ji mûzexane û şûnwarên dîrokî.

 

Serbestberdana girtiyan ya li hemberî pere çavkaniyeke din ya aboriya DAIŞê ye û hikûmeta Almanyayê balê dikişîne ser wê yekê ku bi hezaran Kurdên êzîdî û Mesîhî ji aliyê wê rêxistinê ve hatine revandin. Hikûmeta Almanyayê texmîn dike ku 1-2 milyar dolar pereyê DAIŞê heye.

 

Bi firotina berhemên dîrokî, ku pirraniya bikirrên wan ji welatên Kendava Erebî, Bakurê Amerîkayê û Ewropayê ne, DAIŞ bi milyonan dolar qezenc dike.

 

Li gor Hikûmeta Almanyayê, beşek ji wan pereyan ji bo çekdaran tê mesrefkirin û mûçeyê çekdarên DAIŞê wiha rêz dike: Çekdarên zarok: 150-200 dolar; Çekdarên normal: 400-500 dolar; Çekdarên xwedî ezmûn û kesên pispor: zêdetirî 1000 dolar; Kesên fermandar: zêdetirî 3000 dolar.

 

Li gor Hikûmeta Almanyayê, petrola DAIŞê bi rêya bazirganên kurd digihije bazarên cîhanê. Hikûmet diyar dike, tevî ku hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl didin bazarganiya bi petrola DAIŞê rawestînin û hinek serkeftin di vî warî de bi dest jî xistine, lê ji ber rûniştina wan rêyên qaçax û gendiliya li herêmê heyî, ew hewldan sînordar in.

 

Partiya Çep ji aliyê xwe ve vê rewşê weke rewşeke ne qebûlbar dinirxîne û bangî hikûmeta Almanyayê dike ku zexteke zêdetir li hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê bike, da ku bazirganiya bi petrola DAIŞê rawestînin û vê çavkaniya terorê zuha bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst