Rewşa koçberan li Yûnanistanê pir xirab e: Li ser xwarinê hev didin ber kêran!

Hewlêr (Rûdaw) – Rewşa wan koçberên ku li Yûnanistanê kom bûne û li bendê ne derbasî welatên din ên Ewropa bibin, roj bi roj xirabtir dibe. Di nav wan de kurdên Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî hene.

Peyamnêrê Rûdawê Barzan Seîd, ku ji bo şopandina rewşa koçberan çûye Yûnanistanê, ragihand, li kampeke nêzîkî paytexta Yûnanistan-Atînayê, zêdetirî 5 hezar koçber dimînin û hejmara wan roj bi roj zêdetir jî dibe.

Barzanî Seîd da zanîn ku rewşa koçberên wê kampê pir xirab e, Yûnanistan jî nikare alîkariya wan bike ji ber ku Yûnanî nikarin debara xwe jî dabîn bikin!

Koçberekî Rojavayê Kurdistanê, ku ji Başûrê Kurdistanê çûye wir, ji Rûdawê re got, ez sê salan li Silêmaniyê mam lê piştî ku piyê min seqet bû ez neçar mam derkevim. Ez nikarim biçim tuwlêtê jî….

Jineke Rojavayê Kurdistanê jî ji Rûdawê re axivî û got, em di vê kampê de 2-3 saetan di dora xwarinê de disekinin. Îranî û efxanî dorê nadin me. Rewşa me pir xirab e…

Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê jî behsa rewşa koçberan kir û got, li vir ne av heye ne hemam heye ne tuwalêtek baş heye. Li ser xwarinê şer dikin û hev didin ber kêran. Bila yan rê vekin yan jî çareyekê ji halê me re bibînin…

Wî koçberê Rojhilatî, ku 13 salan pêşmergetî kiriye, bang li kurdan kir ku neyên xapandin û nebin koçber ji ber ku ev rê, rêya rezîlbûnê ye…

Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, Yûnanistan niha mijûlî veqetandina wan koçberan e ku li welat û warê wan şer heye, ji bo ku mafê penaberiyê werbigirin.