Ahmet Yildiz: Divê çavkaniyên Îraqê bigihin Tirkiye û bazarên cîhanê

New York (Rûdaw) - Nûnerê Timî yê Tirkiyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Balyoz Ahmet Yildiz, li New Yorkê pirsên Nûçegihanê Rûdawê bersivandin.

Yildiz diyar kir, hem ji bo ewlehiya enerjiya cîhanê û hem ji bo refaha gelê Îraqê gelekî girîng e ku çavkaniyên enerjiya Îraq û welatên herêmê bigihin bazarên cîhanê.

“Ji bo refaha gelê Îraqê şert e”

Balyoz Yildiz destnîşan kir ku di bipêşketina aboriya Îraqê de hinardekirina enerjiyê roleke bingehîn dilîze û wiha axivî:

"Hinardekirina çavkaniyên hîdrokarbonê yên ji Îraqê û welatên cîran û gihandina wan a bi welatê min û bazarên cîhanê, bi taybetî ji bo bipêşketina aborî û refaha gelê Îraqê esas e."

Yildiz eşkere kir ku petrol û gaza Îraqê ne tenê pêdiviyeke herêmî ye, ew pêdiviyeke cîhanî ye jî û li pey çû:

"Ev hinardekirin, ji aliyê ewlehiya enerjiya herêmê û cîhanê ve jî xwedî girîngiyeke mezin e.

Bi taybetî di van rojên ku bihayên enerjiyê bilind dibin de, dabînkirina bêkêmasî ya van çavkaniyan roleke krîtîk dilîze."