Donald Trump: Em di Şerê Îranê de bi ser ketin û NATO jî tirsonek e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump welatên endamên NATOyê wekî "bêbandor" û "tirsonek" bi nav kirin.
Sedema vê yekê ew e ku welatên endam amade nîn in ji bo vekirina Tengava Hurmizê hevkariyê bikin.
Donald Trump li ser tora Truth Socialê rexneyên tund li welatên NATOyê girtin û got, "Bêyî Amerîkayê, NATO hêzeke bêbandor e."
Trump diyar kir ku welatên NATOyê nexwestine beşdarî şerê ji bo rêlibergirtina Îraneke xwedî çekên atomî bibin.
Serokê Amerîkayê her wiha diyar kir ku şer di berjewendiya Amerîkayê de ber bi dawiyê ve diçe, ew tenê gazinan ji bihabûna bihayê petrolê dikin.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku hevalbendên NATOyê naxwazin ji bo vekirina Tengava Hurmizê alîkar bin, di demekê de ku parastina ewlehiya wê deverê tenê "manoreke leşkerî ya sade" ye û metirsiya wê gelekî kêm e.
Trump destnîşan kir ku girtina Tengava Hurmizê "tenê sedema bilindbûna bihayê petrolê ye."
Donald Trump bi zimanekî tund hişyarî da NATOyê û got, "Tirsonekno! Em dê vê yekê ji bîr nekin!"
Ev peyama tund a Serokê Amerîkayê di demekê de ye ku Tehranê wekî bersiva êrişên Washington û Tel Evîvê Tengava Hurmizê girtiye.
Ji sedî 20ê petrola cîhanê di wê tengavê re derbas dibe û girtina wê bûye sedem ku hevsengiya bazaran xera bibe û bihayê petrolê ji sedî 40 heta ji sedî 50 biha bibe.
Tevî daxwazên Trump ên ji bo hevkariya leşkerî û şandina keştiyên şer da ku keştiyên petrolê biparêzin, hevalbendên Ewropayî sar nêzîk dibin.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û berpirsên Almanyayê ragihandin ku parastina wê tengavê ne erka NATOyê ye.
Yekîtiya Ewropayê jî amade nîne mîsyona xwe ya deryayî ya ji Deryaya Sor ber bi Tengava Hurmizê ve fireh bike.
Her wiha welatên wekî Japonya, Awistralya, Spanya û çend welatên din jî bi fermî xwe ji beşdariya leşkerî ya li herêmê dûr girtine.
Vê yekê wiha kiriye ku Trump hişyariyê bide ku ev helwest ji bo paşeroja NATOyê dê "gelekî xerab" bibe.