Trump: Îran 10 salan nikare binesaziya xwe ava bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê, Îran heta 10 salan nikare binesaziya xwe ava bike.

Li aliyê din, jêderên Amerîkayê eşkere kir ku Washington bi hezaran leşkerên nû û sê keştiyên şer dişîne herêmê.

Armanca sereke: Rêlibergirtina çekên atomî

Donald Trump di hevpeyvîneke li gel kanala "MS NOW" de diyar kir ku ew dikare her niha dawî li şer bîne.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ji bo ku Îran binesaziya xwe ya rûxandî ava bike 10 sal jê re pêwîst in.

 Trump hişyarî da û got, "Eger em zêdetir bimînin, ew dê ti carî nikaribin binesaziya xwe ava bikin."

Donald Trump li ser armanca operasyonan got ku rûxandina desthilata Tehranê armanca wan a sereke nîne.

Serokê Amerîkayê tekez kir ku armanca bingehîn a Washingtonê rêlibergirtina çekên atomî ye.

Li gorî gotina Trump, berî êrişên Hezîrana 2025an, tenê "du hefte" mabûn ku Îran bibe xwedî çekên atomî lê wan ev şiyan bi temamî tune kiriye.

Trump her wiha amaje bi metirsiya "toza atomî" kir ku mebest jê ew uranyûmê meyandî ye ku tê texmînkirin li parêzgeha Îsfehanê di bin çiyayekî de hatibe veşartin.

9 hezar leşker ber bi herêmê ve diçin

2 berpirsên Amerîkayê ji tora ABCyê re ragihand ku 3  keştiyên şer ên hêza deryayî (USS Boxer, USS Comstock û USS Portland) ku 2,200 leşkerên Marines û 2,000 deryavan hilgirtine, destpêka vê heftiyê ji San Diegoya Californiayê bi rê ketine.

Her çi qasî ev hêz berê ji bo herêmeke din hatibin erkdarkirin jî, îhtimaleke mezin heye ku berê wan bidin Rojhilata Navîn.

Ev hêz ku wekî "Yekeya 11an a Marînz" tê naskirin, eger tevlî "Yekeya 31an a Marînz" bibe, dê hejmara leşkerên Amerîkayê yên ku ji nû ve şandine herêmê bigihe 9,000 kesan.

Yekeya 31an niha ji Asyayê ber bi herêmê ve di rê de ye û tê çaverêkirin heftiya bê bigihe.

Şanndina van hêzan gumanan çêdike ku Amerîka bixwaze Girava Xarkê ya ku damara petrola Îranê ye yan jî peravên Îranê yên li Tengava Hurmizê bixe bin kontrola xwe.

Fermandariya Hêzên Deryayî ya Amerîkayê diyar dike ku ev yekîneyên han mijûlî "meşq û çalakiyên rûtîn" in.