Îsal 1500 penaxwaz di avê de xeniqîne
Navenda Nûçeyan- Wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewroyayê (YE) ji bo doseya penaxwazan dicivin, ji ber ku ji destpêka sala 2015an ve heta niha1500 penaxwaz di avê de xeniqîne.
Piştî ku Serokwezîrê Îtalyayê daxwaza lidarxistina civîneke awarte ji Yekîtiya Ewropayê kir di derbarê binavbûna gemî û qeyikên penaxwazan di Derya Spî de û mirina bi sedan penaxwazan, dê wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewroyayê ji bo doseya penaxwazan bicivin.
Duhî qeyikeke 20 metrî ku 700 penaxwaz tê de bûn, di Derya Spî de binav bû û tê gotin ku bi sedan kesan di wê bûyerê de canê xwe ji dest dane. Li gorî hinek raporan, tenê 28 kes ji wê bûyerê rizgar bûne.
Wan penaxwazan dixwest xwe ji bakurê Afrîqa bigihînin welatên Ewropayê.
Tê texmînkirin ku ji destpêka 2015an û heya niha, nêzîkî hezar û 500 penaxwazan di avên deryayê de canê xwe ji dest dane.
Ajansa penaberan ya Navdewletî wan bûyeran weke trajediyeke mezin di Derya Spî de dide zanîn.
Navendên mafên mirovan bi tundî welatên Ewropayê rexne dikin ku li hemberî mirina penaxwazan di wê deryayê de xemsar in.
Ji Yekîtiya Ewropayê tê xwestin ku ji bo rizgarkirina wan penaxwazan di Derya Spî de alîkar bin.