Almanya hinek penaberan dersînorî Yunanistanê dike
Dusseldorf (Rûdaw) - Dadgeheke bilind a Almanyayê rê dide hikûmeta federal ku penaberan dersînorî Yunanistanê bike.
Dadgeheke bilind a Almanyayê rê da hikûmeta federal ku ji niha û pê de penaberan dersînorî Yunanistanê bike.
Biryara dadgehê li ser gilîkirina du penaberan bû ku daxwaz dikirin wan venegerînin Yunanistanê. Rêxistinên parastina mafên penaberan ji vê biryarê bi fikar in.
Dadgeha Federal a Îdarî li Almanyayê biryarek da ku dibe ku ji bo hin penaberan li Almanyayê pir ne xweş be.
Li gorî biryara dadgehê, ji niha û pê de hikûmeta Almanya dikare penaberan dersînorî Yunanistanê bike.
Biryara dadgehê piştî wê yekê hat ku du penaberan gilî li ser hikûmeta Almanyayê tomar kiribûn û daxwaz dikirin ku wan dersînorî Yûnanistanê nekin.
Wan her du penaberan li Yunanistanê daxwaza mafê mayinê kiribûn û li wir hatibûn qebûlkirin.
Lê piştre biryar dabûn ku biçin Almanyayê. Hinceta wan jî ew bû ku Yunanistan jiyaneke rêkûpêk û bê kêşe dabîn nake ku mafê mayinê dide wan.
Dadgeha Almanî gilîkirina wan red kir û ji koçberan re got:
"We li welatekî endamê rêkeftina Dublînê mafê mayinê wergirtiye û mafê we nîne ku hûn li welatekî din jî daxwaza mafê mayinê yan penaberiyê bikin."
Dadwer Robert Kelle ku serokatiya rûniştina dadgehê dikir, ji koçberan re gotiye:
"Li Yunanistanê nan û cihê razanê û sabûna we heye bo xweşûştinê.
Her çendî ev ne zêde ye lê nîşaneya wê yekê ye ku li wir jiyaneke we ya zehmet nabe."